Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Ay: Êrişa li Bismilê vîna gel hedef girt

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay, bal kişand ser wê yekê ku êrişa çekdarî ya li dijî rêveberiya Şaredariya Bismilê, vîna gelê Bismilê û siyaseta demokratîk hedef girtiye. Hevşaredar Ay diyar kir ku bûyer nayê qebûlkirin ku wekî bûyereke ferdî were dîtin û got, "Li hemberî vê zordariyê bersiva me dê parastina aştiyê be."

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay, tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû ku ji ber êrişa çekdarî ya 1ê Cotmehê ku li dijî rêveberiya Şaredariya Bismilê hatibû kirin, li pêşiya avahiya şaredariyê hat lidarxistin. Ji bilî Hevşaredar Ay, Hevserokên Bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Amedê Fatime Uzul Levent û Yunus Muratakan, Hevserokê Bajêr ê DBP’a Amedê Ahmet Dogan, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk, Hevserokên Şaredariya Bismilê Mizgin Ekin û Guven Tanrikulu, hevserokên şaredariyan ên navçeyan, endamên meclisê, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî tevî vê daxuyaniyê bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew bi xemgîniyeke kûr bûyerê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku ji aliyê çanda partî û şaredariyê ve ti helwesteke ku potansiyela tundiyê dihewîne nayê qebûlkirin. Çelenk anî ziman ku ew ê rê nedin van êrişan û got, "Hemû tedbîrên pêwîst bên girtin, hemû axaftin bên kirin û em ê careke din ji ber sedemeke wiha neyên cem hev."

Hevşaredar Ay êriş şermezar kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay jî êriş şermezar kir û diyar kir ku bûyer nayê qebûlkirin ku wekî rewşeke asayî an jî ferdî were girtin. Hevşaredar Ay bal kişand ser wê yekê ku êriş rasterast li dijî vîna gelê Bismilê û siyaseta demokratîk e û wiha got:

"Me tu carî ev yek qebûl nekiriye û em ê tu carî jî qebûl nekin. Em rê nadin van helwestên hanê. Em rê nadin êrişên weha li hember hevalê xwe, vîna gelê xwe û rêveberiya gelê xwe. Bila her kes pir baş bizanibe, ev êriş li hemberî siyaseta demokratîk e. Em vê bûyerê wekî bûyereke jirêzê, wekî bûyereke ferdî nabînin. Bersiva me wê bi xebat û siyaseta demokratîk be. Li hember vê zordariyê bersiva me dê parastina aştiyê be."

'Ev mesele nayê qebûlkirin ku wekî meseleyeke ferdî were girtin'

Hevşaredar Ay bi bîr xist ku rêveberiyên xwecihî bingeha demokrasiyê ne û diyar kir ku li cihê ku demokrasî lê tune be aştî pêk nayê, li cihê ku aştî jî lê tune be azadî tune ye û axaftina xwe wiha domand:

"Cihê ku azadî lê nebe li wir jiyana birûmet tune ye. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bûyereke bi vî rengî qet nayê qebûlkirin. Gelê Bismilê dê bersiva herî mezin bide wan. Hêza me gelê me ye. Ji hêza gel mezintir tu hêz tune ye. Bila her kes bizanibe ku gelê me dê xwedî li siyaseta xwe, li têkoşîna xwe û li vîna xwe derkeve; û rê nede ku tu kes dest dirêjî vîna wî bike."

Hevşaredar Ay bang li hikûmetê kir û got, "Ger rê li ber vê bûyerê neyê girtin, dê rê li ber bûyerên din ên bi vî rengî bên vekirin" û tekez kir ku divê ev mesele neyê girtin ku wekî meseleyeke ferdî ye. Ay diyar kir ku divê di warê hiqûqê de çi lazim be bê bicihanîn.

Serdana Hevserokên Şaredariyê

Piştî axaftinan, Hevşaredar Ay û kesên pê re çûn serdana Hevserokên Şaredariya Bismilê Mizgin Ekin û Guven Tanrikulu û gotin "derbasî be".

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan