Bo Tramwaya Diyarbekirê gava pêşîkê hat avêtin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo dabînkirina xeta tramwayê ku ev demeke dirêj e welatî li bendê ne, gava pêşîkê avêt.
Walî Munîr Karaloglu, gava dest bi wezîfeyê kir ji bo di warê hatûçûnê de konfêr hilkişe asta herî jorî xwest Plana Master a Veguhastinê bête revîzekirin.
Di Plana Master a Veguhastinê de ku bi armanca 2040’ê hatiye amadekirin bal kişandiye ser giringiya xeta tramwayê ku li bajarên mezin ên Tirkiyeyê heye. Li ser vê yekê Şaredariya Bajarê Mezin, zend û bendên xwe şidandin û ji bo danîna xeta tarmwayê dest bi xebatê kir.
Pergala xeta tramwayê ji sê qonaxan pêk tê; projesazî, çêkirin û kirrîna trawmayê.
Tê plankirin di sala 2023'yê de bikeve ber xizmetê
Xeta tramwayê bi mebesta hatûçûneke rehettir tê danîn û xet di navbera Deriyê Çiyê û Nexweşxaneya Lêkolînê de tê danîn, xet dê 14.1 kîlometir dirêj be û ji 23 stasyonan pêk were.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, plan dike ku xeta trawmayê heta 2023’yê amade bike û bide ber xizmeta welatiyan. Xet dê ji Fîskayayê dest pê bike ji rêgeha Deriyê Çiyê- Cadeya Alî Emîrî- Cadeya Hintlibaba-Ekinciler- Bulvara Turgut Ozal- Bulvara Diclekentê-Cadeya Mastfiroş dewam bike û li devera Nexweşxaneya Lêkolînê li seheya depoyê bi dawî bibe.
Ew ê rojane 74 hezar û 342 rêwîyan biguhêze
Bi xeta tramwayê re dê rûberê bajêr biguhere û gava xet durist bû ew ê her roj rojane 74 herzar û 342 rêwîyan bîne û bibe. Tê texmînkirin ku di çarçoveya Plana Master a Veguhastina bo sala 2040’ê dê kapasîteya wê bibe 132 hezar û 25 kes.
Ji bo projeyê 5 fîrmayên herî xurt teklîf da
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, îhaleya xeta tarmwayê pêk anî. Mebesta vê xizmetguzariyeke baş ji bo welatiyan bête kirin.
5 fîrmayên herî xurt beşdarî vê îhaleyê bûn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Ev pêşniyar piştî ku ji aliye komisyona îhaleyan ve hatin nirxandin dê biryarê pê bidin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pêkanîna projeyên pêkanînê 6 mehên jê re hatine destnîşankirin dê dakişîne jêrî û derbasî qonaxa cîbecîkirinê bibe.
