Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Serokatiya Daîreya Karsazî û Îştirakan

Di rojên xebatê yên borsaya heywanên zindî de guhertin hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku berî zivistanê xebatên pêwîst ên lênêrîn, tamîrkirin û binesaziyê werin meşandin, di rojên xebatê yên Borsaya Heywanên Zindî de guhertin kir. Li ser daxwazên welatiyan Borsaya Heywanan dê di dawiya hefteyê de girtî be.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di rojên borî de serdana Borsaya Heywanên Zindî ya ku li Taxa Palûkê ya navçeya Sûrê ye kiribû û daxwazên esnaf û welatiyan guhdar kiribû. Hevşaredar Bucak ragihandibû ku berî ku şert û mercên zivistanê giran bibin, dê li qadê qadên girtî yên demkî werin avakirin û ji bo pêdiviyên binesaziyê yên wekî av û paqijiyê xebatên lênêrîn-tamîrkirinê bi lez werin destpêkirin.

Rêziknameya fermî qediya

Li ser lêkolînên Hevşaredar Bucak û daxwaza welatiyan, Serokatiya Daîreya Karsazî û Îştirakan ket nava tevgerê û bi armanca ku xebatên nûvekirin û başkirinê yên li qadê bê qutbûn werin meşandin, di rojên xebatê de guhertin kir.

Wê di dawiya hefteyê de girtî be

Li ser encamên nirxandinên ku hatine kirin; li ber çav girtina pêdiviyên xwediyên heywanan, kiryar û firoşkar û pêvajoyên lênêrîn-tamîrkirinê yên li qadê, hate biryarvekirin ku Borsaya Heywanên Zindî di rojên nava hefteyê de vekirî, di rojên dawiya hefteyê de jî girtî be.

Tesîsa daimî li Şenbekoyê wê were avakirin

Ji bilî başkirinên demkî yên ku li qada heyî tên meşandin, bi armanca ku ji bo Borsaya Heywanan re çareseriyeke daimî were dîtin, projeya nû ya Borsaya Heywanên Zindî ya nûjen û bi alav ku veqetandina cihê wê li Taxa Şenbekoya navçeya Baglarê qediyaye, her wiha berdewam dike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan