Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bulvara Dîclekentê hate nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên nûkirina Bulvara Dîclekentê ku ji ber barînan xira bûye bi encam kirin û asfalt dakire ser cadeyê. Şaredariya Bajarê Mezin, di serdema 2022ê ya asfaltkirinê de bi mebesta barê hatûçûnê siviktir bike û rêyên nû veke xebatên xwe didomîne. Serokatiya Daîreya Rê û Rêbara

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên nûkirina Bulvara Dîclekentê ku ji ber barînan xira bûye bi encam kirin û asfalt dakire ser cadeyê.

Şaredariya Bajarê Mezin, di serdema 2022ê ya asfaltkirinê de bi mebesta barê hatûçûnê siviktir bike û rêyên nû veke xebatên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li navçeya Peyasê li ser Bulvara Dîclekentê xebata nûkirinê meşand û zift rête ser cadeyê.

Ekîban, 7 hezar ton asfalta germ a 6 metir stûr dakire ser bulvara 1250 metir dirêj û 50 metir fireh.

Piştî xebata asfaltkirinê ji bo ewlehiya trafik û peyayan ekîn xêzên rêyan dikêşin, xebata peyzaj û peyarêkê pêk tînin û pê re dê bulvarê bidin ber xizmetan welatiyan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan