Çanda xwarinê ya Amedê li cihên dîrokî tê jiyandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca nasandina çanda xwarinên qedîm ên bajêr û tamên herêmî, di navbera 19ê Îlonê û 4ê Kewçêrê de atolyeyên gastronomiyê li dar dixe. Di atolyeyan de ku dê li cihên girîng ên dîrokî û çandî yên bajêr bên lidarxistin, ji bilî tamên kevneşopî, fermantasyon, hevîrtirş, metbexa bêbermahî û şerbetên herêmî jî dê bên gotûbêjkirin.
Şaxa Gastronomî û Markakirinê ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe didomîne, bi armanca nasandina çanda xwarinên qedîm ên bajêr û tamên herêmî atolyeyan li dar dixe. Atolyeyên ku dê di navbera 19ê Îlonê û 4ê Kewçêrê de bên pêkanîn, dê li cihên girîng ên dîrokî û çandî yên Amedê bên çêkirin. Di atolyeyan de ku bi sernavên cûda de dê bên lidarxistin, ji bilî tamên kevneşopî, fermantasyon, hevîrtirş, metbexa bêbermahî û şerbetên herêmî dê bên girtin dest.
Çanda xwarinê dê ji nifşên paşerojê re bimîne
Armanc ew e ku bi van çalakiyan re hilberên herêmî û rêbazên amadekirina kevneşopî yên ku di hafizeya xwarinê ya Amedê de xwedî cihekî girîng in bên xuyakirin, çanda xwarinê ya bajêr ji nifşên paşerojê re bê hiştin û mîrateya çandî bê nasandin.
Şerbet û xwarinên reyhanê dê derkevin pêş
Di çarçoveya bernameyê de herwiha şerbet û xwarinên ku bi reyhanê ku yek ji nebatên aromatîk ên pêşeng ên bajêr e tên amadekirin, dê derkevin pêş. Di 4ê Kewçêrê de roja Yekşemê li Terasa Seyrê ya Baxçeyê Millet ya li kêleka Mizgefta Hz. Suleyman Atolyeya Şerbeta Reyhanê dê bê lidarxistin.
Piştî atolyeyê, di heman cihî de saet di 18.00î de bi tevlêbûna mêvanên bi vexwendname dê Şeva Reyhanê bibe. Di şevê de ji bilî pêşkêşkirina xwarinên herêmî yên ku bi reyhanê hatine çêkirin, dê sohbet bê kirin û dîwana dengbêjan bê lidarxistin.
Atolye ji bo gel vekirî û belaş in. Şeva Reyhanê ya ku dê di 4ê Kewçêrê de bê lidarxistin jî dê bi vexwendname be.
Bernameya Atolyeyê
Atolyeya Tirşiyê ya Lakto-Fermente
19ê Îlonê Şemî
Cih: Qesra Cemîl Paşa
Saet: 15.00
Rêvebira Atolyeyê: Funda Akinci
Atolyeya Hevîrtirşî
21ê Îlonê Duşem
Cih: Mala Dengbêjan
Saet: 13.00
Rêvebira Atolyeyê: Zumrut Biçkin
Atolyeya Metbexa Bêbermahî
22yê Îlonê Sêşem
Cih: Qesra Şehzadeyan
Saet: 13.00
Rêvebirê Atolyeyê: Alaaddîn Kiliç
Atolyeya Şerbeta Simaqê
23yê Îlonê Çarşem
Cih: Muştemîlata Qesra Cemîl Paşa
Saet: 13.00
Rêvebirê Atolyeyê: Alaaddîn Kiliç
Atolyeya Şerbeta Meyanê
30î Îlonê Çarşem
Cih: Mala Dengbêjan
Saet: 13.00
Rêvebira Atolyeyê: Mesude Onen
Atolyeya Şerbeta Reyhanê
4ê Kewçêrê Yekşem
Cih: Terasa Seyrê ya Baxçeyê Millet li kêleka Mizgefta Hz. Suleyman
Saet: 16.00
Rêvebira Atolyeyê: Mesude Onen
Şeva Reyhanê
4ê Kewçêrê Yekşem
Cih: Terasa Seyrê ya Baxçeyê Millet a li kêleka Mizgefta Hz. Suleyman
Saet: 18.00
Bername: Sohbet, pêşkêşkirina xwarinên bi reyhan û dîwana dengbêjan
