Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di civîna gel de pirsgirêkên bajêr, daxwazên welatiyan û pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, di civîna gel de guhdariya pirsgirêk û daxwazên welatiyan kirin û teqez kirin ku ew ê biryaran bi gel re bi hev re bidin. Hevşaredaran diyar kir ku hemû daxwazên rasterast hatine ragihandin hatine tomarkirin û ev ê yek bi yek werin nirxandin û berçavgirtin.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî daxwaz, pêşniyar û dîtinên xwe rasterast ji rêveberiya şaredariyê re ragihînin, organîzekirina civînên gel didomîne. Di vê çarçoveyê de di civîna ku li baxçeyê avahiya xizmetê ya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin de welatiyan pirsgirêkên ku li bajêr û taxên xwe dijîn ji rêveberiya şaredariyê re ragihandin.

Tevî welatiyên ku eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan; Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) ya Bajarê Amedê Fatime Uzul Levent û Yunus Muratakan, Hevberdevka Meclisê Demet Ceylan, Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu, Alîkara Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, endamên meclisa DBB'yê, serokên daîreyan û gelek welatî beşdar bûn.

‘Civînên gel pir biqîmet in’

Hevserokên DEM Partiyê yên Bajarê Amedê di vekirina bernameyê de axivîn û diyar kirin ku civînên gel pir biqîmet in. Hevserokên Bajêr diyar kirin ku ew wek nûnerên partiyeke siyasî ku pirsgirêkên xwe wek gel tînin ziman, rû bi rû nîqaş dikin û bi hev re çareseriyê hildiberînin di civînê de cih girtine û gotin ku cudahiya bingehîn a ku DEM Partiyê ji partiyên sîstemê vediqetîne di vê xalê de ye.

Hevşaredar Bucak: Me 32 civînên gel, 23 civînên muxtaran pêk anîn

Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku ew kêfxweş in ku bi welatiyan re li yek cihî ne û got ku Amed bajarekî mezin, girîng û têkoşer e. Bucak bal kişand ser pirsgirêkên bajêr, hewcedariya xizmetê ya ku zêde dibe û têgîna rêveberiya bi gel re û wiha axivî: “Bê guman gelek pirsgirêk, tengasî û pirsgirêkên ku divê werin helkirin hene. Di heman demê de bajarek e ku di xizmetên bajêr de hin derengketin û pirsgirêkên avahiyî yên kronîk hene. Bajarek e ku hêdî hêdî mezin dibe. Navçe zêde dibin; hewcedariya jêrxanê, av û veguhastinê zêde dibe. Em van hemûyan dizanin. Derfetên me kêm in, pirsgirêkên me yên xercan hene. Sînorên me hene lê em dizanin ku li hember van hemû pirsgirêk, tengasî û sînoran di heman demê de gelê me yê ku di projeyên me yên armancgirtî de me bi baldarî û hûrgilî dişopîne, xebatên me vedikolîne û ramanên xwe pêşkêş dike heye. Me got em ê xwe û bajarê xwe bi hev re bişêwirînin û bi rê ve bibin. Di ser hilbijartina me re 30 meh derbas bûn. Di vê pêvajoyê de me li 17 navçeyên xwe 32 civînên gel û 23 civînên muxtaran pêk anîn. Di 30 mehan de 57 caran serdana esnaf û esnafên bazarê hate kirin. Civînên çapemeniyê, civînên jinan û gundan hatin organîzekirin.”

‘Di 30 mehan de 112 hezar Amedîyan daxwaza kar kirin’

Bucak bal kişand ser serlêdanên kar û wergirtina karmendan a ku ji şaredariyê re hatine kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di 30 mehan de 112 hezar Amediyan ji bo kar serlêdana Şaredariya me ya Bajarê Mezin kirin. Ev bi rastî jimareke xemgîn e; ji ber ku ev jimareyek e ku em nikarin jê re bibin bersiv, bi derfetên şaredariyê, bi têgîna xizmetê û budçeyên şaredariyê re qet nabin bersiv. Hûn jî vê yekê ji me pir çêtir dizanin. Me nêzî hezar û 200 xebatkarên nû girtin. Ez dibêjim ‘xebatkarên nû’ lê ji %700’î zêdetirê wan kesên ku di dema qeyûm de hatibûn îxrackirin bûn. Me ew vegerandin ser kar. Nêzî 400 kesên din jî ji bo qadên me yên nû yên kar û hewcedariyên nû me girtin. Me ajokarên otobusê girtin, agirkuj girtin, zabite girtin. Ji bo ku xizmetên bajêr pir çêtir bimeşînin me ev derfet jî bi rengekî xistin rêzê. Erê, ez dizanim, serlêdanên kar jî dê bibe rojeva girîng a vê civîna me. Ji ber vê yekê min xwest vê yekê bibêjim û bînim ziman.”

Hevşaredar Ay: Em bi gel re diaxivin, bi hev re biryarê digirin

Hevşaredar Emîn Ay jî diyar kir ku ew ji beşdarbûna welatiyan a di van civînan de hêz û moralê digirin û got ku ew ê bi gel re biaxivin û biryarê bigirin. Ay diyar kir ku ew ê nîqaş bikin ka karên hatine kirin çiqas hatine hezkirin, xebatên ku hatine kirin û nehatine kirin çi ne û wiha axivî: “Ji çavê gelê me de pêşniyar, raman û dîtinên wan çi ne, em ê binêrin. Em ê biaxivin û li gorî vê yekê em ê karên xwe yên erênî yan jî neyînî çêtir bibînin, pêşiya xwe jî çêtir bibînin.”

Welatiyan daxwazên xwe ragihandin

Welatiyên ku di civîna gel de axivîn, pirsgirêkên ku li bajêr û taxên xwe dijîn rasterast ji Hevşaredaran re ragihandin. Di civîna ku ji jêrxanê heta veguhastinê, ji hewcedariyên welatiyên astengdar heta îstihdamê gelek daxwaz hatin rojevê de, bi taybetî li herêmên ku jêrxana kanalîzasyonê nebes e hat xwestin ku pêşiya lehiyên di dema baranê de çêdibin bê girtin. Welatiyan her wiha daxwazên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên rê û veguhastinê û başkirina xizmetên paqijiyê anîn ziman.

Çareserkirina pirsgirêkên veguhastinê yên xwendekarên li gundan bi rêya peydakirina xizmeta servîsê, avakirina qadên jiyanê ji bo welatiyên astengdar, pêşvebirina xizmetên rehabîlîtasyonê û hewza melevaniyê, peydakirina derfetên perwerde û pansiyonê jî di nav mijarên hatin rojevê de cih girtin.

Di civînê de ku pêşniyarên ji bo jinan jî hatin parvekirin, hate pêşniyarkirin ku qadên jiyanê yên alternatîf ku jin karibin ji hêla aborî û civakî ve bihal bibin, xwe di ewlehî û azadiyê de hîs bikin werin avakirin.

Derfetên nû yên îstihdamê û daxwaza firneyê ji bo nexweşên çolyakê

Welatiyan bal kişandin ser pirsgirêka bêkariyê û bang li çêkirina derfetên nû yên îstihdamê kirin. Pirsgirêkên ku nexweşên çolyakê di gihaştina xwarinê de dijîn jî hatin anîn ziman û hat xwestin ku li navçeya Sûrê firneyeke ku berhemên guncaw ji bo nexweşên çolyakê tê de werin amadekirin bê çêkirin.

Di civînê de daxwazên zarokan jî cih girtin. Zarokekî diyar kir ku ew dixwaze bibe futbolîst û ji ber ku derfetên wî nebes in, ji bo şandina jêrxana Amedsporê daxwaza piştgiriyê kir.

‘Ez wê baweriyê hildigrim ku em dikarin bibin bersiva gelek pirsgirêkan’

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Fatime Uzul Levent ku piştî daxwazên welatiyan axivî, diyar kir ku cihgirtina di civînê de, şahidiya daxwaz, pêşniyar û giliyan girîng û biqîmet e û wiha got: “Dîtina vî cihî wek merciya çareseriyê di rastiyê de rastiya ku ev der ji bo me hemûyan çiqas biqîmet e pêşkêşî me dike. Daxwaz pir caran dikarin ji ser derfetan re bin. Lê di pîvana rastiya derfetan de bûn bersiv, di pêvajoya pêşiya me de bi kêmanî wê hêviyê nîşanî me dide ku pirsgirêk êdî kêm bibin. Ez wê baweriyê hildigrim ku em ê di paşerojê de dîsa bi hev re bi qasî ku ji destê me tê bibin bersiva gelek pirsgirêkan.”

Di xizmetên rê û paqijiyê de qadên berpirsiyartiyê vegot

Hevşaredar Serra Bucak ku piştî daxwazên welatiyan daxuyanî da, bi bîr xist ku îdareyên taybet ên bajar ji sala 2014’an vir ve hatine girtin û bi zagonê re Şaredariya Bajarê Mezin ji rêyên komê yên li 17 navçeyan û rêyên ji 30 metreyî zêdetir ên li navendên bajêr berpirsiyar e ku heta wê rojê Îdareya Taybet a Bajar xebatên wan dimeşand.

Hevşaredar Bucak diyar kir ku qada berpirsiyartiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin di mijara paqijiyê de jî rêyên ji 30 metreyî zêdetir û kolanên sereke yên li navendên bajêr in, lê tevî vê yekê jî di pîvana derfetan de piştgirî li şaredariyên navçeyan tê kirin.

Cextkirina liyaqatê di girtina ser kar de

Hevşaredar Serra Bucak ku bersiva daxwazên kar ên di civîna gel de hatin ragihandin da, diyar kir ku di Şaredariya Bajarê Mezin de 5 hezar, di DÎSKÎ’yê de jî ji hezarî zêdetir karmend hene û got ku kapasîteya wan nîne ku 5 hezar karmendên nû bigirin. Hevşaredar Bucak teqez kir ku girtina ser kar bi pêvajoyên îlan, serlêdan û hevdîtinan (mûlakat) tê meşandin û hevşaredar yan jî endamên meclisê talîmat nadin ku tu kes bê girtin û diyar kir ku piştî mulakatê mekanîzmayek nîne ku karibe yek bi yek hincetên negirtina ser kar ji hezaran serlêderan re rave bike.

Bucak diyar kir ku di girtina ser kar de cihêkarî nayê kirin û destnîşan kir ku ji bilî liyaqatê bala xwe didinê ku merivên pileya yekem ên namzedan di saziyê de nebin.

Ji bo daxwazên veguhastinê guzergeh dîsa tên nirxandin

Hevşaredar Bucak bersiva daxwazên têkildarî veguhastinê jî da û got: “Me bertek û giliyên zêde yên li ser veguhastinê girtin. Em van hemûyan radigihînin. Di serdanên esnafan de û dema em li derve li civînê civiyan jî ev tên ber destê me. Daireya me ya Veguhastinê gav bi gav guzergehan rast dike, guzergehan kurttir dike, rawestgehan zêde dike. Me lîsteya van hemûyan çêkir. Em difikirin ku em dikarin bi pêşniyarên we re jî çêtir bikin.”

Ji bo geşepêdana bajêr cextkirina hilberîna hevpar

Hevşaredar Bucak pêşniyarên ji bo geşepêdana bajêr jî nirxandin û diyar kir ku di qada çandinî û ajoldariyê de divê projeyên ku bi çavkaniyên herêmî derfetên kar zêde bikin werin jiyanîkirin û wiha axivî: “Ev xebat tenê bi şaredariyê re nikarin bimeşin. Ji bo geşepêdana vê bajarî, ji bo ku veberhênanên aborî werin kirin, ji bo ku em karibin veberhênanên xwe yên taybet bikin, divê em bi axa xwe, ava xwe, derfetên xwe û çavkaniyên xwe re projeyên ku derfetên kar zêde dikin ji çandiniyê heta ajoldariyê di zûtirîn dem de bixin meriyetê. Serokatiya Daîreya me ya Karûbarên Gundewarî li ser van dixebite. Daireya me ya Jinan dixebite. Jinan di vê havînê de di bîstanan de hilberîn kirin, ew civandin. Bi kêmanî di vê wateyê de tevkariyek dan budçeya malbatê. Em ê van bîstanan mezin bikin, zeviyan mezin bikin. Em ê karibin ji bo bikaranîna gel vekin, em ê kooperatîfên xwe ava bikin. Xebatên jêrxanê yên van hemûyan didomin. Vê havînê me hindik be jî, di pîvana piçûk de be jî ev xebat meşandin.”

Xebatên jêrxan, rê û avdana çandiniyê ragihand

Hevşaredar Bucak di heman demê de daxuyanî li ser xebatên jêrxan û rê da û wiha got: “Bi rastî ji dema em hatine vir ve me xebateke pir cidî ya jêrxan û rê meşand. Xebatên jêrxanê, ji paqijkirina kanalîzasyonan heta xeta me ya veguhastina ava vexwarinê dirêj dibe. DÎSKÎ’yê di vê havînê de li 17 navçeyên xwe bîrên sondajê vekirin, vekirina wan didomîne. Di payîzê de jî dê di taxên gundewarî yên me de bi rengekî çir bixebite. Li Sûrê me pirsgirêka kanalîzasyonê ya nêzî 30 gundên xwe çareser kir. Em van hemûyan gav bi gav pêşve dibin. Li Farqîn û Erxeniyê projeyên DÎSKÎ’yê yên ava vexwarinê, ava baranê û ava çopê hene. Îhaleyên van hemûyan hatin çêkirin. Di mehên payîz û zivistanê de ev jî dê dest pê bikin. Di havîna pêşiya me de em ê hemû bi hev re berhemên van xebatên jêrxanê çêtir bibînin. Li gundewaran me pir çir xebitî. Rêyên me yên ku hîn neqediyane hene. Beriya baran tam dest pê bikin em soz didin ku em ê hemûyan biqedînin. Li Hênê me li 30 cihan xebata pînekirinê kir. Ji dil bawer bikin, em çi ji destê me tê hewl didin ku bikin. Li Hênê dîsa Serokatiya Daireya Pêşveçûna Gundewarî projeyeke avdana çandiniyê dest pê kir. Li Hênê li du cihan em ê vê projeya ava çandiniyê bi Îdareya GAP’ê re bi hev re bimeşînin.”

‘Daxwaz dê yek bi yek werin nirxandin û berçavgirtin’

Hevşaredar Emîn Ay ê ku dîsa peyv girt di dawiyê de got: “Di daxuyaniyên hatin kirin de hin daxwaz hatin anîn ziman û rexne hatin pêşkêşkirin. Di çarçoveya berpirsiyarî, rexne û pêşniyarên me de van hêz û moral dan me. Hemû daxwazên hatine anîn hatin tomarkirin. Ev daxwaz dê yek bi yek werin nirxandin û berçavgirtin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan