Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Karûbarên Tenduristiyê

Li Çûngûşê çalakiya xwarina tendurist

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Çûngûşê, di çarçoveya 16ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanî de mûz û şîr li xwendekaran belav kir.

Yekîneya Kontrola Xwarinê ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve û Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Çûngûşê, bi boneya 16ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanî ji bo xwendekarên ku li navçeyê perwerdeyê dibînin çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de mûz û şîr ji xwendekaran re hatin diyariyan û hate destnîşankirin ku divê hişmendiya xwarina tendurist di temenê biçûk de bê bidestxistin.

Girîngiya xwarina têrker û hevseng hate destnîşankirin

Di çalakiyê de bal hate kişandin ser rola xwarina têrker û hevseng di mezinbûn û pêşveçûna tendurist a zarokan de û wate û girîngiya Roja Xwarinê ya Cîhanî hate nirxandin. Her wiha girîngiya gihîştina xwarina pêbawer û bixur ji bo tenduristiya civakê jî hate tekezkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta piştgirîkirina pêşveçûna tendurist a zarokan û zêdekirina hişmendiya civakî ya derbarê ewlehiya xwarinê de xebatên xwe berdewam dike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan