DBB li 7 nuqteyan xizmeta înterneta belaş dide
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), xizmeta înterneta belaş li 7 nuqteyên bajar didomîne. Armanc ji xizmeta Wi-Fi ya ku li park, qadan, deverên dîrokî û otogarê tê pêşkêşkirin ew e ku gihandina welatî û geştiyarên ku serdana bajar dikin a bi înternetê re hêsantir bibe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, çarçoveya sepana înterneta belaş a ku di bin "Plana Çalakiyê ya Bajaran a Aqilmend" de dabû destpêkirin, berfireh kir. Tora Wi-Fi ya belaş ku di qonaxa ewil de ji aliyê Serokatiya Daîreya Danesaziyê ve li sê nuqteyên bajar ên ku herî zêde tên bikaranîn hatibû avakirin, bi tevlêkirina qadên nû gihîşt heft nuqteyan.
Di çarçoveya xebatê de ku ji bo berfirehkirina gihandina înternetê û kêmkirina astengên ku welatî di dema gihandina xizmetên dîjîtal de rû bi rû dimînin de tê meşandin, li gel kesên ku li bajar dijîn, geştiyarên ku serdana Diyarbekirê dikin jî dikarin ji vê xizmeta girêdana belaş sûd werbigirin.
Tora înterneta belaş hat berfirehkirin
Li xizmeta înterneta belaş a ku berê li Qada Xarpûtê (Deriyê Çiyê), Keleha Navîn/ Hz. Silêman û Dezgehên Termînala Bajarvaniyê ya Diyarbekirê (DÎŞTÎ) dihat pêşkêşkirin, daristana Bajar û Parka Temayê li navçeya Kayapinarê, Mizgefta Mezin li navçeya Sûrê û Sumerpark li navçeya Yenîşehirê hatin zêdekirin.
Bi vî rengî xizmeta Wi-Fi ya belaş; li Daristana Bajêr, Qada Deriyê Çiyê, Mizgefta Mezin, Parka Tema, Sumerpark, Otogar (DÎŞTÎ) û li Keleha Navîn (Hz. Silêman) ketiye meriyetê. Welatî dikarin li van nuqteyan di qadên gihandinê de bi rêya komputer an telefonên xwe yên destan bi înternetê ve werin girêdan.
Ji parkan heta deverên dîrokî gihandina înternetê
Nuqteyên înterneta belaş, li gel parkên ku welatî ji bo bêhnvedanê û derbaskirina demê bi kar tînin, qadên dîrokî û geştiyarî yên bajêr jî vedihewînin. Dema ku niştecihên bajêr û mêvan ji xizmeta ku li Qada Deriyê Çiyê, Mizgefta Mezin û Îçqelayê tê pêşkêşkirin sûd werdigirin, girêdana belaş a li DÎŞTÎyê jî gihandina rêwiyên ku termînalê bi kar tînin a bi înternetê re hêsantir dike.
Bi vê sepanê re armanc ew e ku gihandina înternetê li qadên giştî belav bibe û ji welatiyên ku bi hewcedariyên cuda van qadan bikar tînin re derfeta girêdaneke belaş bê peydakirin.
Piştî piştrastkirina nasnameyê girêdan pêk tê
Welatiyên ku dixwazin ji xizmetê sûd werbigirin, divê ji mîhengên Wi-Fi yên amûrên xwe ve bi tora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve werin girêdan. Piştî girêdanê, bi temamkirina pêvajoyên piştrastkirina nasnameyê yên li ser ekrana rêberiyê ya ku vedibe, dikarin dest bi bikaranîna înterneta belaş bikin.
