DBŞTyê sezona tiyatroyê bi “Moraşîn”ê vekir
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bernameya tiyatroyê ya meha cotmehê bi lîstika “Moraşîn”ê da destpêkirin. Lîstika ku bi qasî ji 50 lîstikvan û danseran pêk tê hate lîstin, ji aliyê temaşevanan ve eleqeyeke mezin dît.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), vekirina sezona nû ya tiyatroyê bi lîstika “Moraşîn”ê kir. Lîstika ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate nîşandan, gelek hezkiriyên tiyatroyê anî cem hev.
‘Moraşîn’ a ku ji aliyê Qutbedîn Sadiqî (Ghotbedin Sadeghi) ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, bi sêwirana sehneyê, muzîk û vegotina xwe ya li ser bingeha rîtûelan bal kişand ser xwe. Performansên lîstikvan û danseran di tevahiya nîşandanê de ji aliyê temaşevanan ve hatin çepikbarkirin.
Di lîstikê de 50 kesî cih girt
Lîstika ku bi qasî ji 50 lîstikvan û danseran pêk tê derket sehneyê, wekî adaptekirineke dramatrîk hate amadekirin ku ji vegotina “Xelîlê Ciwan” ê ku di destanên kurdî de cih digire, îlhamê digire.
Di lîstikê de, serpêhatiya Moraşîna ku ji ber şer û xizaniyê ji dezgira xwe Genco veqetiyaye û ji bo bigihîje hezkiriyê xwe dikeve rêwîtiyê, tê vegotin. Moraşîn bi 40 jinan re kincên mêran li xwe dike û dikeve rêwîtiyeke dirêj û dijwar.
Guherîna ku karakter di dema rêwîtiya xwe de dijî, bi rîtûelên kevnar û vegotinên sembolîk ve tê nîşandan. Lîstik; evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk tîne cem hev.
Piştî lîstikê Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş derket sehneyê, bi taybetî bi nivîskar û derhênerê lîstikê Qutbedîn Sadiqî re û yek bi yek destxweşiya her kir û ji ber ked û xebata wan spasiya wan kir. Yaş her wiha spasiya hezkiriyên tiyatroyê yên ku hatibûn lîstikê temaşe bikin kir û eleqe û piştgiriya wan silav kir.
‘Em minetdarê wan kesan in ku mîrateya keda pîroz îro ji me re hiştine’
Yaş li vir axaftineke kurt kir û bal kişand ser girîngiya jiyandina çand, huner û ziman, diyar kir ku huner di gihandina mîrateya çandî ya ji rabirdûyê heta roja îro ji nifşên nû re xwedî roleke girîng e.
Piştî axaftina Yaş, tîma tiyatroyê ji aliyê temaşevanan ve hat çepikbarkirin.
Di meha cotmehê de lîstikên cuda bên lîstin
Bernameya meha cotmehê ya DBŞTê dê di 4ê cotmehê de di saet 13.00an de bi lîstoka zarokan a bi navê “Keçelok” bidome.
Lîstoka “Xewna Şeveke Havînê” dê 9-10ê cotmehê û di 16-17ê cotmehê de di saet 20.00an de derkeve pêş temaşevanan. Lîstoka zarokan a bi navê “Hişê min Tev Li Hev Bû” jî di 11 û 25ê cotmehê de di saet 13.00an de bê lîstin.
Lîstoka “Keçelok” jî di 18ê cotmehê de di saet 13.00an de careke din dê li ser sehneyê be.
“Romeo û Juliet” di dawiya mehê de li ser sehneyê ye
Di bernameya meha cotmehê ya DBŞTê de guhertoya berhema klasîk a Shakespeare “Romeo û Juliet” ku ji aliyê tiyatroyê ve li gorî sehneyê hatiye adaptekirin û bi navê “Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” ye jî cih digire.
Lîstik dê di 23-24 û 30-31ê cotmehê de di saet 20.00an de bi hezkiriyên tiyatroyê re bê cem hev.
Bîlet dê bi riya Biletinialê werin bidestxistin
Lîstikên DBŞTê yên di çarçoveya meha cotmehê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lîstin.
Hezkiriyên tiyatroyê dikarin bi riya Biletinialê bigihîjin bîletên lîstikan.
#Şaxa Rêveberiya Tiyatroyê
