Dê gundek tenê jî bê av nemîne
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin, dê pirsgirêka avê ya gundên Akçasirê û Tutananê çareser bike. Ev gund 1050 bilindahiya wan ji asta behrê heye.
DÎSKÎ’yê zend û bendên xwe şidandin û dest bi çareserkirina pirsgirêka avê ya Gundikê Teknewalê ya Akçasirê û gundikê Zakone ya Tutananê kir.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, ji bo fikira gundiyan der barê projeyê de bizanibe çû gundê Akçasir û Tutananê.
Bi talimata Tutşî ekîba teknîkî ya DÎSKÎ’yê li gundê Akçasir û gundikê Zakone yê Tutananê pêş xebateke etûdê meşand.
Ji bo şêniyên vî gundikî hemû mal pirsgirêka avê nebînin biryar hate dayîn ku depoyeke nû ya avê bête avakirin û ji bo kaniyên nû yên avê lêkolîn bêne kirin û piştî serkanî peyda kirin xebat ser bête kirin.
Tutşî, bal kişande ku gundikê Zakone yê bi ser gundê Tutananê 35 kîlometre dûrî Pasûrê ye û gund li devereke asê û şikêr e.
