Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dema karantînayê Diyarbekir bi kulîlkan xemilî

Şaredariya Bajarê Mezin, di dema karantînayê de bi cur û celebên cihê cihê 360 hezar kulîlkên demsalî bajêr xemiland.

Serokatiya Beşa Park û Baxçeyan, li dema karantînayê de li ser esasê xebata peyzajê li bulvarên Qamişlo, Selahedînê Eyûbî û Diclekentê, li cadeyên Ekinciler, Elezîz, cadeyên Hatboyu, hawirdorên Wilayetê û Parka Hezretî Silêman bi reng û curên cuda 360 hezar kulîlkên demsalî çandin.

Di dema rastkirina çatrêkan de ji bo dar û devî zirarê nebînin ekîban xebata neqilkirinê jî meşand, her weha dar çandina li peyarêkên cadeya Rizvanaxa jî bi encam hat.

Serokatiya Beşa Park û Baxçeyan, 40 hezar kulîlkên demsalî yên li bîstanê xwe çandî diyarî şaredariyên navçeyan kirin.

Ji ber ku pêla germê di ser asta demsalê de ye ekîban, ji bo parastina dar û devîyan bi 14 amûrên arasêz ve rojê 2 caran refüj û park avdan û dijî kêz û giyayê bi zirar jî ew derman kirin.

Ekîb, xebatên xwe yên durîtina giya û çinîna wan ji giyayê bejî xebata xwe li park, refüj û çatrêkan berdewam dike û arizeyên tesisat û eletrîka li parkan jî çareser kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, deste amûrên sporê yên li Parka 15’ê Tîrmehê jî ku xirab bûbûn çak kirin û xistin ber xizmeta welatiyan.

Kursîyên kevin ên li Parka Hezretî Silêman hatin hilanîn û yên nû li şûna wan hatin danîn. Li Qesra Gaziyê ku cihê seyrangehên havînê ye 20 maseyên geştê hatin dabînkirin.

Serokatiya Beşa Park û Baxçeyan, xebatên peyzajê li derdora Eshabê Kehf, Tirbeya Pîr Ezîz a li Hênê, qada Fuarê, Birca Keçikê û Kuçeya Hunerê jî berdewam e.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan