Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî hate bibîranîn

Şaredariya Bajarê Mezin, di salvegera mirina dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî de dengbêjê dengxweş bi bernameyekê li Mala Dengbêjan bi bîr anî. Şaredariya Bajarê Mezin, Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî ku wek Bilbilê Diyarbekirê têt nasîn li ser gora wî bi bîr anî. Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi

Şaredariya Bajarê Mezin, di salvegera mirina dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî de dengbêjê dengxweş bi bernameyekê li Mala Dengbêjan bi bîr anî.

Şaredariya Bajarê Mezin, Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî ku wek Bilbilê Diyarbekirê têt nasîn li ser gora wî bi bîr anî.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi vê boneyê bernameyeke yadkirinê li Mala Dengbêjan a bi ser Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman li dar xist, malbata dengbêjî, dengbêj tê de amade bûn.

Di bernameya li Mala Dengbêjan de dîwaneke dengbêjan ji stranên dengbêj Boyaxçî bi dengê dengbêjên hevalên wî ve hate gerandin û dengbêj Îbrahîm Almaz kilamên wî gotin.

Piştî dîwana dengbêjiyê pêşangeheke ku ji fotografên dengbêjê nemir pêk têt hate pêşandan. Ev fotograf ji arşîva Şaredariya Bajarê Mezin hatin wergirtin.

Gora wî hate nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, di duyemîn salvegera mirina Seyîdxanê Boyaxçî de bi daxwaza malbata wî gora wî ya li Goristana Asrî ya Yenîkoyê da çêkirin.

Dengbêj Seyîdxan Koç, der barê dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî de hestên xwe anîn ziman û got, me 17 salan bi hev re kilam gotin.

Koç, got ku ew ê tu carê nikaribe Boyaxçî ji bîr bike û weha axivî:

“Ez û Seyîdxanê Boyaxçî bi hev re çûn derveyî bajêr, em çûn gundan û gelek bîranînên me hene. Ev hevalên vê derê hemû yer yek dê straneke dengbêj Boyaxçî bibêje. Em tu car Seyîdxanê Boyaxçî ji bîr nakin û em ê her dem wî bi bîr bînin û xwedî li yadgariya wî derkevin.”

Heçî dengbêj Îbrahîm Almaz e, got ku gelek keda dengbêj Boyaxçî li çanda dengbêjiyê çêbûye.

Almaz, weha axivî:

“Ew gelekî serdestê çanda dengbêjiyê bû û gelek kilam dizanîn. Hê sax min sozek dabûyê heke tu berî min bimirî ez ê stranekê ser te bibêjim. Me dît, gora wî hatiye nûkirin, gelek mala wan ava ku mezela wî çêkirine.”

Seyîdxanê Boyaxçi

Seydo Şimşek, bi navê Bilbilê Amedê têt nasîn û bi navê dengbêjiyê Seyîdxanê Boyaxçî, di sala 1938ê de li gundê Lexerî yê Erxeniyê hate dinê.

Di 2 saliya xwe de dayika wî, di 4 saliya xwe de bavê Boyaxçî dimire, piştî 15 saliyê têt li Diyarbekirê bi cih dibe û qasî 25 salan bi boyaxcîtiyê debara xwe dike.

Boyaxçî ji 15 saliya xwe ve ye stranan dibêje û di dawet û dîwanan de fêrî strîna kilamên dengbêjiyê dibe.

Boyaxçî, li Mala Dengbêjan a bin banê Şaredariya Bajarê Mezin ku sala 2007ê hate vekirin karê xwe yê dengbêjiyê didomand.

Seyîdxan Boyaxçî, di sala 2019ê de ji ber hin nexweşiyan felç dibe û di 5ê tîrmeha 2020ê de çû ber rehma Xwedê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan