Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di akademiyan de serlêdanên YKS û LGS'yê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta piştgirîkirina pêvajoya amadekariya xwendekaran a ji bo azmûnan, li Akademiya Sûrê, Akademiya Huzurevlerî û Akademiya Çermûgê ji bo perwerdeyên amadekariyê yên YKS û LGS'yê yên bêberamber dest bi wergirtina serlêdanan kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî Şaxa Perwerdeya Ciwanan, ji bo bihêzkirina wekheviya derfetan a di perwerdeyê de, tevkarîkirina di pêvajoya amadekariya azmûnan de û piştgirîkirina ciwanan ku bigihêjin armancên xwe yên akademîk xebatên xwe berdewam dike.

Akademiyên ku di vê çarçoveyê de xebatên xwe birêve dibin, di serdema perwerde û hîndekariyê ya nû de dê ji xwendekarên Azmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) û Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) re perwerdeya bêberamber, rêberî û piştgiriya amadekariya azmûnê pêşkêş bikin.

Serlêdan dê heta 4’ê Îlonê berdewam bikin

Xwendekarên ku dixwazin ji perwerdeyên amadekariyê yên YKS û LGS’yê sûd werbigirin, dê bikaribin di navbera dîrokên 24’ê Tebaxê û 4’ê Îlonê de li ser adresa https://forms.gle/4QY36paY9QCroDyf9 serlêdana xwe ya serhêl (online) bikin.

Piştî wergirtina serlêdanan û temamkirina pêvajoya bicihkirinê, perwerde dê di akademiyên peywendîdar de rû bi rû bêne kirin. Perwerdeyên amadekariya YKS’yê dê li Akademiya Sûrê, perwerdeyên amadekariya LGS’yê jî dê li Akademiya Huzurevlerî û Akademiya Çermûgê bêne dayîn.

Piştî temamkirina serlêdanan, agahdarkirinên pêwîst ên der barê pêvajoya bicihkirin û perwerdeya xwendekaran de dê bêne kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan