Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di karantînayê de seferberiya rê û rêbaran

Şaredariya Bajarê Mezin, dema pandemiyê dagerand fersendê û seferberiya asfaltkirina rê û rêbaran da destpêkirin.

Serokatiya Beşa Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, piştî biryara kabîneya serokkomariyê ya bo pandemiyê hate ragihandin trafîf ser rêyan sist bû û li cadeyên Kumlu Sokak, Mîmar Sînan, Dr. Şeref Înaloz, Selahattin Yazicioglu û Ahmed Arîf bi giştî li 5. 46 kîlometirê 17 hezar û 700 ton asfalta germ darêt.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên çaksaziyê de li navenda bajêr 2 hezar û 96 ton asfalta germ li rêyên xirabe dakir.

Ekîban, xebata xwe ya li ser Çatrêka Cihanê, Çatrêta Bi Pire ya Seyrantepê û Cadeya Ahmed Arîf ku bi mebesta sistkirina starîfa ser van deveran tê kirin, gihande ber qedandinê.

Serokatiya Beşa Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo di rêyên ev demeke dirêj e nehatine qîrkirin trafik xweş lê berdewam bike xebata danîna çatrêkan dê bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan