Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎ di cejnê de xebitî

Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), di vê dema karantînayê de ji bo pirsgirêkên avê, kanalîzasyonê û binesaziyê çênebin û welatî mexdûr nebin, bêrawestan dixebite.

DÎSKÎ, di nav 17 rojên karantînayê ku ji aliyê Kabîneya Serokomariytê ve hatiye ragihandin derhal mudaxeleyê li arizayên avê, kanalîzayonê û binesaziyê dike.

Ekîb, ji bo welatî mexdûr nebin, li 17 navçeyan 7 rojan 24 saetan di amadebaşiyê de ne, giliyên arizeyan demildest mudaxele dike û çareser dike.

DÎSKÎ, li gorî bernameya xwe ya bo çaksaziyê li 17 navçeyan bêyî ku bêhna xwe vede mudaxele li arziyan dike û xebatên xwe berdewam dike.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên ji aliyên ekîban ve tên meşandin seh kirin û agahî wergirtin.

Tutşî, bal kişand ku ji ber xebata ji dil a karmendên wan di xizmetê de tu kêmasî çênebûne. Tutşî bal kişand ku ew li her devera bajêr bi dilsozane xebatên xwe dimeşînin û got ku giliyên welatiyan li Alo 185’ê kirine wan destnîşan kirine û demildest çareser kirine.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan