DÎSKÎ ji bo şûnewarên nû xeta avê dikêşe
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo taxên nû hatine avakirin xeta ava vexwarinê dikêşe.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaerdariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo herêmên nû avahî û avedanî lê dabîn bûye, bi mebesta pirsgirêka avê çênebe, xetên ava vexwarinê cî bi cî dike.
DÎSKÎ, ji ber avahîsaziya nû ya li devera navbera Taxên Medya û Talaytepê çê dibe, xebatên seha û etudê bi rê ve birin.
Ekîb, di çarçoveya plansaziya master de li gorî pêdiviyê xetên binesazî û depoyên avê li van deran çêdike.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, xebata li van deveran tê meşandin seh kir û der barê xebatan de ev gotin kirin:
“Xebatên me li van deverên nû yên avasaziyê meşandine heta demeke dirêj pirsgirêka wan a binesaziyê çareser dike. Bi encama van, bê navber dê ava vexwarinê bi tekûzî bidine welatiyan van deran. Li seranserê bajarê me, xebatên me yên bo binesaziyê, ava vexwarinê û xizmetguzariyê bêrawestan berdewam dikin.”
