DÎSKÎyê vaneyên xeta avê nû kirin
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê a Diyarbekirê (DÎSKÎ), vaneyên hewayê yên xeta sereke ya avê dide bajêr ji bo çêtir bixebitin guherandin. Ekîbên DÎSKÎyê, li ser xeta ava bajêr a ji Bendava Dîjleyê têt bo bajêr xebat meşand, xebat di kîlometira 6. 16. û 19. Hate meşandin. Di xeba
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê a Diyarbekirê (DÎSKÎ), vaneyên hewayê yên xeta sereke ya avê dide bajêr ji bo çêtir bixebitin guherandin.
Ekîbên DÎSKÎyê, li ser xeta ava bajêr a ji Bendava Dîjleyê têt bo bajêr xebat meşand, xebat di kîlometira 6. 16. û 19. Hate meşandin.
Di xebatê de vaneyên 21 salî ku kevin bûne hatin derxistin û vaneyên nû li şûna wan hatin bicihkirin, bi vî awayî xeta avê baştir dişuxile.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebat venêrtin û der barê xebatê de agahî ji rayedaran wergirtin.
