“Diyarbekir heta 2050 pirsgirêka avê çareser dike”
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), bi mebesta bajarekî xweştir bo lê jiyînê, di sala 21’ê ya sedsala 21’ê de, ji bo projeya xwe ya bi buhayê 552 milyon lîreyî bide nasîn civînek li dar xist.
Karaloglu, di civînê de axivî û bai bîr xist ku îro dibe salek ku li Diyarbekirê dest bi kar kiriye û got ku rojeve sala 1’ê rojeveke pozîtîf e.
Karaloglu, bal kişand ku ev salek e li Diyarbekirê behsa vizyona bajêr, xizmetguzariyê, razemeniyan û nan û avê tê kirine û got ku bi projeyên vejîna Sûran, EKAY, OSB, navendên bangewaziyan, pîrozbahiyên Feht û Eshabê Kehfê, bi razemeniya çêkirina rêyên gundan 1200 km, tramwayê, bi cade û bulvarên nû, hewldanên ji bo Diyarbekir bikeve nav bajarên afrîner ên UNESCO’yê, bi dabînkirina xetên avê, dezgehên parzinandinê, Akademî Lîse û kartên sosyal tê kirine û di sedan warî de xizmetguzarî bi pêş xistine.
‘Afirandina nirxên nû divê bibe karê me hemûyan’
Karaloglu bi bîr xist ku ev xizmeta ku wan kiriye êdî ne tenê li Diyarbekirê pê tê axaftin herweha êdî bûye mijara derve jî û weha axivî:
“Êdî hawira kaos û bêhizûriyê li paş maye, êdî tu kes behsa wan mijaran nake. Ev rewşa pozîtîf ku me bi dest xistiye, ev hizûr û rewşa baweriyê divê em mezintir bikin, divê em karen nû bikin û divê em hemû bi hev nirxên nû biafirînin.”
Di dewama axaftina xwe de Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi berfirehî behsa proje û razemeniyên DÎSKÎyê û Şaredariya Bajarê Mezin kir û got ku di encama projeyên binesaziyê heta sala 2050’ê pirsgirêka avê ya Diyarbekirê tê çareserkirin.
