Diyarbekir malovaniya lîstika “aqil” dike
Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Walitiya Diyarbekir, Saziya Perwerdeyê, Gerînendetiya Ciwanan û Sporê û Federasyona Lîstikên Aqil û Jêrayî dê “Fînala Tirkiyeyê a Lîstikên Aqil û Jîrayî a Tirkiyeyê” dê li Diyarbekirê bête lidarxistin. Bi mebesta xwendekar bi rêya yariyên aqil û jîrayî ji dibist
Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Walitiya Diyarbekir, Saziya Perwerdeyê, Gerînendetiya Ciwanan û Sporê û Federasyona Lîstikên Aqil û Jêrayî dê “Fînala Tirkiyeyê a Lîstikên Aqil û Jîrayî a Tirkiyeyê” dê li Diyarbekirê bête lidarxistin.
Bi mebesta xwendekar bi rêya yariyên aqil û jîrayî ji dibistanê hez bikin, di warê bedenî, zîhnî û hestan de bi pêş bikevin li 81 bajaran pêşbirka lîstikên aqil û jîrayî hate lidarxistin.
Xwendekarên ku di beşên cur bi cur de şiyanên xwe bipêş xistine, ji bo fînalê dê li Diyarbekirê di ber hev din.
Turnuvaya Aqil û Jîrayî a Tirkiyeyê a 4ê dê di navbera 10-14ê hezîranê de bi beşdariya ji 81 bajaran li dar bikeve.
Pêşbirk dê li Kompleksa Sporê ya Seyrantepe bi beşdariya 810 xwendekarên 10-14 salî û 170 mamosteyan birêve biçe.
Di bernameyê de ji bilî pêşbirkê dê mêvanan li deverên tarîxî û turîstîk ên bajêr jî bigerînin.
Welatî ku dil heye bête pêş pêşbirkan dikarin bêpere li lîstikan temaşe bike.
