Emîn Ay bû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê
Endamê Meclisê Emîn Ay ji bo peywira Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin.
Piştî Dogan Hatun ê ku di çarçoveya "Prensîba Paşvekişandinê" de ji peywira Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê îstifa kir, pêvajoya diyarkirina hevşaredarê nû bi dawî bû. Eniya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), di encama nirxandinên ku li gorî rêgez û esasên li Belgeya Helwestê ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk de hatine diyarkirin pêk anîn, Endamê Meclisê yê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay bo peywira Hevşaredariya Bajarê Mezin hate hilbijartin.
Pêvajo bi aqilê hevpar û îradeya kolektîf hat meşandin
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê ve hatiye dayîn, di pêvajoya diyarkirina hevşaredarê nû de di serî de Meclisa Bajarê Mezin a Amedê, bi rêxistinên bajar û navçeyan û saziyên demokratîk ên li bajêr re hevdîtin hatin kirin.
Di hevdîtinan de nirxandin û pêşniyarên saziyên eleqedar hatin girtin û pêşniyarên derketine holê ji aliyê Komîteya Rêveberiyên Xwecihî û komîteyên têkildar ên partiyê ve hatin nirxandin. Piştî nirxandinên hevpar, biryar hat girtin ku Emîn Ay peywira Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê bimeşîne.
Fokusa li ser beşdariya demokratîk û aqilê hevpar
Di daxuyaniya Komîteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk de bal kişandin ku hevşaredarî ne tenê modeleke rêveberiyê ye, û hate destnîşankirin ku ev sîstem yek ji wan mekanîzmeyên demokratîk e ku beşdariya rasterast a civakê ya di nava rêveberiyê de xurt dike û îradeya gel dixe navenda pêvajoyên girtina biryaran.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serdema nû de jî wê şaredariya civaka demokratîk a ku îradeya gel, aqilê hevpar û beşdariya demokratîk esas digire were domandin û serketin ji Emîn Ay re hate xwestin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî serketin ji Hevşaredar Emîn Ay re xwest û diyar kir ku têgihiştina şaredariya civakî ya ku îradeya gel, aqilê hevpar û beşdariya demokratîk esas digire wê bi biryarî were domandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Bila ji bo bajarê me û gelê me pîroz be."
Emîn Ay kî ye?
Emîn Ay di sala 1970yî de li gundê Xerzika yê navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayik bûye, li medreseyên cihê perwerde dîtiye. Ay ku mezûnê Fakulteya Îlahiyatê ye, di Meclisa Partiyê ya HDP'ê de peywir girtiye. Ay ku bi salan di nava xebatên Kongreya Îslamî ya Demokratîk de xebitiye, di hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an de ji navçeya Çinarê ve bû endamê Meclisê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Ay zewicî ye û bavê 7 zarokan e.
