Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Esnafên Kuçeya Hunerê spasiya Walî û şaredariyê kir

Şiklê nû yê Kuçeya Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin xebatên seresazî û binesaziya wê kirin û tekûz kir, kêfa esnafan anî cih.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên li ser Kuçeya Hunerê ku yek ji kuçeyên sembol ên bajêr e û tim zemîna wê têk diçû, bi dawî kirin.

Serokatiya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, bi taybetî zemîna wê qewîm kir, çimkî dema bajar dibarî kuçe ji heriyê dixeriqî û otoparka bin wê dilop dikir.

Ekîban, zemîna wê ya 270 metir dirêj û 27 metir fireh bi 4 hezar û 200 metrekare membranê nixumand, derzên dîlatasyonê bi fîtîlan dagirtin û binesaziya kuçeyê ji binî ve çareser kir. Ji bo ava baranan a ser rûyê kuçeyê jî 460 metre cihoka bi izgara lê çêkir.

Ji bo kuçeya Hunerê bi şev spehîtir xuya bike herdu aliyên kuçeyê lempe hatin bicihkirin, 3 hezar û 800 metrekare bazalt-tuxle li peyarêkê hatin danîn û asfalta nexşîn lir ê hate darêtin.

Serokatiya Park û Baxçeyan jî piştî xebatên binesaziyê xebata peyzajê li Kuçeya Hunerê kir da ku şiklê kuçeyê xweşiktir xuya bike.

Xebatên binesazî û seresaziya li Kuçeya Hunerê hatin kirin, welatî û esnaf kêfxweş kirin.

“Demeke dirêj pirsgirêkên vê kuçeyê hebûn”

Veysî Nart li Kuçeya Hunerê otoparkê dixebitîne, diyar kir ku gelek salan pirsgirêkên wan hebûn, ligel ku wan ev ji rayedarên demê re gotine jî pirsgirêkên wan nehatien çareserkirin.

Nart îdia kir ku pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin, wan bi xwe hin hewldan kirine û weha got:

“Waliyê me piştî hay ji kêşeyên me bû xebat dan destpêkirin. Pirsgirêka otoparka me ya demeke dirêj e heye hema bêje çareser kir. Her weha ji bo kuçeyê xebatên nû meşandin û vê esnafên me kêfxweş kir. Bi salan e pirsgirêkên mezin ên vê kuçeyê hebûn.”

Cemal Akin kafeyê dişoxilîne, bal kişand ku demeke dirêj xizmet bo kuçeyê hunerê nedihatin kirin, kuçe bûbû cihekî genî.

Akin, îdia kir ku rêveberên herêmê qet xizmet bo vê kuçeyê nedikir û got ku ji ber zemîna wê nehatibû tekûzkirin dibû herî û peşk diketin ser mirovan.

“Malavayî ji walî û şaredariyê re”

Mehmet Gezener esnaf e, diyar kir ku hemû karbidest ji vir pê de ji bo Kuçeya Hunerê spehîtir be dê hewldanan bikin.

Gezener bi bîr xist ku rewşa kuçeyê ya berî niha bi pirsgirêk bû, ji bo çareserkirina van kêşeyan Rêzdar Walî û Qewymaqamê Yenîşehrê piştgiriya me kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan