Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Serokatiya Daîreya Karên Nivîs û Biryaran

Evin Yelboga wekî Cîgira 1’emîn a Seroka Meclisa DBB’ê hate hilbijartin

Evîn Yelboga wekî Cîgira 1’emîn a Seroka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin.

Di rûniştina yekem a Civîna Asayî ya Meha Tebaxê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, bi beşdariya endamên meclisê li Salona Civînan a Meclisê hilbijartin hate kirin. Di rûniştinê de ji ber îstifaya Dogan Hatun ê ku berê wekî Cîgirê 1’emîn ê Serokê Meclisê hatibû hilbijartin, hilbijartineke nû hate çêkirin. Ev hilbijartin li ser nivîsa Serokatiya Daîreya Karên Nivîsaran û Biryaran a di 29’ê Tîrmehê de ket rojeva meclisê.

Li gorî xala 19’an a Qanûna Şaredariyan a hejmarî 5393 û xala 13’an a Rêveberiya Xebatê ya Meclisa Şaredariyê, hilbijartin bi usûla zerfa girtî (dengdana veşartî) hate kirin.

Piştî ku heyeta tespîtê zerf vekirin, Endama Meclisê ya Partiya Wkhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Evin Yelboga, wekî Cîgira 1’emîn a Serokê Meclisê hate hilbijartin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan