Hevşaredar Bucak li Farqîna ku ji ber baranê zirar dît, lêkolîn kirin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li navçeya Farqînê ku barana bagerî bû sedema lehiyê, lêkolîn kirin û daxwazên welatiyên ku ji lehiyê bandor bûn guhdar kirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li navçeya Farqînê ku di 1ê Îlonê de barana bagerî û dolînê bûbû sedema lehiyê, lêkolîn kirin. Di dema lêkolînan de Hevşaredarên Farqînê Sevim Biçici û Kadri Esen, endamên meclisê û Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu hevrêtî bi Hevşaredar Bucak re kirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Farqînê û DÎSKÎyê ku ji saetên ewil ên destpêkirina baranê ve li Farqînê dest bi xebatên valakirina avê, vekirina rê û paqijkirinê kiribûn, ji bo ji holê rakirina neyînîtiyan û vegera jiyana rojane ya asayî mesaiyeke bê navber meşandin.
Hevşaredar Bucak welatî guhdarî kirin
Hevşaredar Bucak li herêma lehiyê lêkolîn kirin, piştre taxên ku ji lehiyê zirar dîtibûn yek bi yek geriyan û bi welatiyên ku bûbûn mexdûr re hatin gel hev. Hevşaredar Bucak daxwazên wan gel guhdar kir û bi gotina ku şaredarî bi tevahiya derfetên xwe re li kêleka xelkê Farqînê ye, peyama piştevaniyê da.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê li seranserê bajar çareseriyên mayînde yên li hemberî baranên nişka ve yên ku krîza avhewayê tîne bi lez bixin meriyetê.
Mesaiya ekîban bênavber didome
Ekîbên ku li hemberî egera berdewamiya baranbaranê li ser hişyariyê ne, ew ê xebatên valakirina avê û başkirinê yên binesaziyê heta ku metirsî bi temamî rabe, bê navber bidomînin.
