Di têkiliyên gel de koordînasyona qada hevpar tê xurtkirin
Li Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yekîneyên têkiliyên gel ên şaredariyên navçeyan civîneke koordînasyonê hat lidarxistin. Di vê civînê de ku li Salona Civînê ya Şaredariya Yenîşehîrê pêk hat, rêveberên têkiliyên gel û endamên meclisê yên Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên Sûr, Kayapinar, Baglar û Yenîşehîrê û her wiha yên Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyona Amedê (DÎSKÎ) amade bûn.
Li her navçeyê wê tîmên koordînasyonê bên avakirin
Di civînê de, bi armanca ku daxwaz û giliyên ji qadê tên bi awayekî çalaktir bên şopandin û di demeke kurttir de çareseriyên ji bo pirsgirêkên welatiyan bên hilberandin, biryar hat girtin ku li her navçeyê tîmên koordînasyonê bên avakirin. Tîmên ku bi piştgiriya xebatkaran a ji şaredariyên navçeyan bên avakirin, wê pirsgirêkên ku li qadê hatine tespîtkirin ji yekîneyên têkildar re ragihînin û pêvajoya çareseriyê lez bikin.
Bi xebata hevpar re wê pêvajoyên çareseriyê lez bibin
Hat diyarkirin ku ji bo pirsgirêkên di mijarên wekî rê, dermanrijandin (îlaçkirin), dagirkirin û yên mîna wan de bi hevrêziya di navbera serokatiyên daîreyên têkildar û şaredariyên navçeyan de bên girtin, xebateke hevpar dê bê meşandin.
Her wiha di civînê de, ji bo xurtkirina ragihandina di navbera yekîneyên têkiliyên gel de, lezkirina herikîna agahiyan a di navbera saziyan de û bersivdana zûtir ji bo serlêdanên ku ji welatiyan tên, nirxandin hatin kirin.
