Ji Hevşaredar Bucak piştgirî bo berxwedana GES’ê: "Lê ev der ax, av û malê hevpar ê hemûyan e"
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak a ku bi armanca piştevaniyê çû serdana çalakiya li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku tê plankirin li navçeya Sûrê bê çêkirin, got: "Lê ev der ax, av û malê hevpar ê hemûyan e." Hevşaredar Bucak bertek nîşan da ku berî pêvajoyên hiqûqî bi dawî bibin parcompany (şirket) dikevin qadê û diyar kir ku ew ê li dijî projeyê berxwedan û piştevaniyê bidomînin da ku qadên jiyanê yên gel, çavkaniyên debarê û mîrata dîrokî biparêzin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Taxa Arzoxlî ya ser bi navçeya Sûrê, li gel welatiyên ku li dijî projeya GES’ê ya ku tê plankirin bê çêkirin li ber xwe didin hat cem hev. Di serdana piştevaniyê de endamên Meclisa DBB’ê, nûnerên ekolojî û rêxistinên civaka sivîl û jin, ciwan û zarokên li taxê dijîn bi beşdariyeke mezin cih girtin.
Xelkê Taxê meşek li dijî projeya GES’ê pêk anî
Jin, ciwan û zarokên ku bi pêşengiya Platforma Parastina Gundê Arzoxlê hatin cem hev, ji Kolana Sarilarê heta qada ku tê plankirin santral lê bê çêkirin meşeke girseyî pêk anîn. Di meşa ku Hevşaredar Bucak û bi sedan kes beşdarbûyî de, pankarta "Bila Bajarê Antîk ê Xirab û gundê me ji sermayeyê re neyên qurbanîkirin" hat hildan û bertek nîşanî projeyê û wêranbûna xwezayê hat dan.
Jin: Paşeroj û axa me di rojevê de ye
Jinên ku piştî meşê di daxuyaniyê de axivîn, gotin: "Em vê projeyê li vir naxwazin. Zirarê dide qada jiyana me, ajalên me û axa me. Em hebûna vê şirketê li vir naxwazin. Em ê hemû bi hev re serkeftî bibin. Paşeroj û axa me di rojevê de ye; em bi hev re têkoşînê bikin em ê paşeroja xwe rizgar bikin.
Ji Hevşaredar Bucak balkişandina li ser pêvajoya hiqûqî
Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser pêvajoya hiqûqî û nîqaşên li ser raporên ÇED’ê yên ku bi mehan e berdewam dikin. Hevşaredar Bucak ku rexne li ketina şirketên qadê beriya bidawîbûna pêvajoya darazê girt, ev tişt gotin: "Li gundê Arzoxlî jin, ciwan, zarok û hemû gelê me bi rojan e, tev bi mehan e li ber xwe didin. Mixabin li vî welatî hêj pêvajoyên hiqûqî, raporên ÇED’ê û lêkolînên pisporan nehatine temamkirin, şirketên înşaatê bi wesayît û amûrên xwe tên vir. Bi ser de jî ne tenê bi xwe; bi jenderme û hêzên ewlehiyê re tên."
Hevşaredar Bucak aşkere kir ku gelê gund naxwaze qadên xwe yên çêrgehê terk bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Raporên pisporan dibêjin ku li gundê Arzoxlî tiştên ku hêj bi temamî nehatine pîvandin hene. Qada ku tê xwestin panelên rojê lê bêne danîn nêzîkî cihên niştecihbûnê ye û çêrgeh e ku gel ajalên xwe lê diçêrîne. Gelê gund debara xwe ji vir dike. Tevî raporên meclisên ekolojiyê û baroyan hatine pêşkêşkirin û berdewamiya pêvajoya li dadgeha îdarî jî, şirket bi zorî û zextê hewldidin bikevin vir. Şirket hema hema mal ji talanê direvînin. Lê vir ax, av û malê hevpar ê hemûyan e."
Hişyariya koça duyemîn
Hevşaredar Bucak bal kişand ser koçberiyên ku ji salên 1990’î û vir ve li herêmê çêbûne û diyar kir ku ev proje dê mirovên herêmê careke din ji cih û warên wan bike. Hevşaredar Bucak diyar kir ku dixwazin bi rêya qira ekolojîk koçeke duyemîn bi mirovên ku neçar mabûn gundê xwe terk bikin û sewalvaniyê berdin bidin jiyîn û got: "Li çar aliyên erdnîgariya me, şirket bi raporên ÇED’ê yên nehesibandî li hemberî gel disekinin. Em van raporên ÇED’ê yên bi şêwaza kopî-zeliqandin hatine amadekirin nas nakin. Yên ku ji Enqereyê îmze davêjin, cefaya ku gundiyê vir dikişîne nabînin."
Hevşaredar Bucak teqez kir ku ew wek rêveberiyên herêmî û dînamîkên bajarî dê li dijî her cûre projeyên ku li dijî zanist û xwezayê ne bisekinin.
Banga lêkolînê ya li ser qada sit a arkeolojîk
Hevşaredar Bucak behsa mîrata dîrokî ya di qada projeyê de jî kir û diyar kir ku di raporên pisporan de hişyarî li ser qada sit a arkeolojîk hene û wiha axivî: "Tê diyarkirin ku li pişta girê ku GES tê de tê xwestin bê çêkirin, qada sit a arkeolojîk heye. Heke îro li vir bi pîvanên ji rêzê qada sit a arkeolojîk neyê dîtin, ev tê wê wateyê ku dîrok û kultura vî gelî jî tune tê hesibandin. Çima arkeolog, lijneyên zanistî yên zanîngehan an jî Lijneya Parastina Bermayiyên Çandî nayên vir û lêkolînê nakin? Em ê bi gelê xwe re li dijî vê projeyê bisekinin, berxwedan û piştevaniyê bidomînin."
Ji welatiyan banga parastina tevna dîrokî
Welatiyên ku li qadê lêkolîn kirin jî bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku di çarçoveya projeya GES’ê de şirketê bi kepçeyan xebatên kolandinê kirine û tevna dîrokî ya li herêmê zirar ditiye. Welatiyan banga lezgîn ya hişyariyê li wezareta peywendîdar kirin û hilweşandina qadê bi kepçeyan wek komkujiya dîrokî ku nayê qebûlkirin pênase kirin.
