Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hawirçakî li Benûsenê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, li derdora bircên Benûsenê ku birca herî şahestê ya keleha Diyarekirê ye xebatên hawirçakiyê hatin destpêkirin. Sûr di lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de ye. Şaerdariya Bajarê Mezin, xebatên restorekirinê bi dirûşma Li Sûra Vejîn dimeşîne bi vê mebestê li herêma Benûsen

Şaredariya Bajarê Mezin, li derdora bircên Benûsenê ku birca herî şahestê ya keleha Diyarekirê ye xebatên hawirçakiyê hatin destpêkirin. Sûr di lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de ye.

Şaerdariya Bajarê Mezin, xebatên restorekirinê bi dirûşma Li Sûra Vejîn dimeşîne bi vê mebestê li herêma Benûsenê 400 xaniyên şevenişîn û qaçax herifandin.

Xebat di çarçoveya “Projeya Çakkirina Jîngeha Derveyî Sûran ya Benûsenê” de têne meşandin û mebest jê ew e ku mêvan ku tên bajêr xweşikiya bajêr û sûrê wê bi çavên xwe bibînin.

Bi vê projeyê re 1172 metre erdê di navbera Deriyê Mêrdînê û Deriyê Ruhayê de tê xweşiktir berçav bibe û bircên Nûr, Bedena Mezin û birca Selçûqî spehîtir xuya bikin.

Di navbera 36 hezar û 157 metrekareya xebata çaksazî lê hatiye kirin de, cihên peyasê, şaneşîn, rêyên pisqêletan, cihên parkkirina pisqêlan, cihên helkeftan, cihên wênegirîyê û nivîsgeha geştyaran hene.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan