Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hawirçakiya Mizgefta Navendî dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên hawirsaziya Mizgefta Navendî ya Diyarbekirê ku li navçeya Yenîşehrê çêdike, dan destpêkirin. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya xebatên peyzaj û hawirsaziyê de 21 hezar û 500 metrekare erda Mizgefta Navendî ya Diyarbekirê qadên hêşîn, peyarêkan çêdike û

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên hawirsaziya Mizgefta Navendî ya Diyarbekirê ku li navçeya Yenîşehrê çêdike, dan destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya xebatên peyzaj û hawirsaziyê de 21 hezar û 500 metrekare erda Mizgefta Navendî ya Diyarbekirê qadên hêşîn, peyarêkan çêdike û daran diçîne.

13 hezar û 500 metrekare dê ji zemîna req bête çêkirin û ji wê derê dê 8 hezar metrekare bibe şînkayî.

Ji erda req 9 hezar metrekare dê hewşa mizgeftê be, 2 hezar û 500 metrekare rêya peyasê û 2 hezar metrekare jî rêya qîr be.

Zemîna hewşa mizgeftê dê bi kevirê bazalt bêt dabînkirin û xemleke delal bixemilîne.

Li 8 hezar metrekareyê 5 hezar û 53 nebat tên çandin

Li 18 hezar metrekare cihên şînkayî dê bi 11 celeban 152 dar, 2 hezar û 201 devî û 2 hezar û 700 kulîlkên werzî bêne çandin û hewşa Mizgeftê bixemilînin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo welatî bêhna xwe lê vedib dê 25 sekoyên texbendî bo rûniştinê li deverine cur bi cur ên Mizgefta Navendî bi cih bike.

Ligel hewzên xemlê dê yarîgehên zarokan jî li hewşa mizgeftê bêne çêkirin.

210 ronîdarên dekoratif, 18 stûnên ronîkirinê û nêzî 650 kevirên vegirtinê û dîwarê hawirdorê li mizgeftê bête çêkirin û her weha dê otoparka vekirî jî hebe.

Ekîb, bi xebatên dagirtina axê ya hewşa Mizgefta Navendî mijûl in û tê çaverêkirin xebat, di nava 3 mehan de biqedin û mizgeft ji bo îbadeta xelkî amade be.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan