Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hawirdora Pira Malabadê tê şênkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta heybeta Pira Malabadê derbikeve pêş, li ser erdeke 30 hezar metrekare dê xebata seroberkirina hawirdorê pêk bîne.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji roja dest bi wezîfeyê kirî û pê de gelek giringiyê dide şûnwarên turîstîk û tarîxî, niha jî ji bo derdora Pira Malabadê bibe muzeyeke vekirî projeyek bi pêş xist. Pira Malabadê di Lîsteya Demkî ya Mîrateyên Çandî ya Cîhanî ya UNESCO’yê de ye.

Li gorî projeya ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve hatiye amadekirin, armanc ew e ku der barê Pira Malabadê de têgihîştin çêbe, xwedîtî lê bête kirin, ji her umr û temenî kes bikaribin serdana wê bikin û demeke xweş lê derbas bikin.

Li gorî projeyê qadeke 30 hezar metrekare tê dabînkirin, 18 hezar û 95 metrekareya wê dê ji bo dar û bar û şînkayî bête veqetandin.

Li hawirdora pirê, dê meydan, kafeterya, mizgeft, şaneşîn, rêbarên geryanê, kevîşen, yarîgehên zarokan, destav û odeyên venêrtina zarokan hebin.

Li deroberên cihê cihê yên vê qada seroberkirî, dê panoyên agahdarkirinê der barê pirê de hebin.

Pire tê ronîkirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, bi mebesta Pira Malabadê ya dîrokî xweştir xuya bike dê li her du keviyên robarî kevîşena çêkirî bêt sazkirin. Li vê derê dê xebatên peyzajê bêne meşandin, hin wêne û fîgur bêne bicihkirin da ku rewşa pirê delaltir xuya bike.

Bi van lempeyên ronîkirinê yên bi rengê gewir ku dê li qada peyzajê bêne bicihkirin hem dê nehêle ku temaseke fîzîkî bi pirê re bête kirim hem jî bêyî sîya wê bikeve ser pirê dê pire bête ronîkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan