Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hejmara nû ya kovara Bajar hat weşandin

Hejmara meha Tîrmeh–Tebaxê ya sala 2026an a kovara xêzeromanê Bajar ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ve bi Kurmancî û Zazakî du mehan carekê di hawîrdora dîjîtal de tê weşandin, derket pêşberî xwêneran. Kovar a ku armanca wê pêşxistin û belavkirina çanda xwendina bi zimanê dayikê ye, bi naveroka xwe ya dewlemend zarok û ciwanan bi cîhana xêzeromanê re digihîne hev û weşana xwe berdewam dike.

Di hejmara Tîrmeh–Tebaxê de, serpêhatiya jiyana Ayşe Şanê ku yek ji navên mezin û jibîrnekirî yên muzîka kurdî ye, bi vegotina xêzeromanê ji xwêneran re tê ragihandin. Di kovarê de her wiha yek ji karakterên efsanewî yên cîhana xêzeromanê Ken Parker tê nasandin, û Keko tevî Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf jî bi serpêhatiyên xwe yên nû li ser rûpelan cihê xwe digirin.

Xwêner dikarin ji ser navnîşana bajar.tr berê xwe bidin hemû hejmarên ku hatine weşandin yên kovara xêzeromanê Bajar û wan bi belaşî bi dest bixin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan