Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Jin û Malbatan

Hevdîtina jinan a li Yenîkoyê: Werin em çareseriyê bi hev re hilberînin

Di hevdîtinekê de ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Taxa Yenîkoyê de li dar xist Hevşaredar Serra Bucak daxwazan guhdar kir û bal kişand ser xurtkirina piştevaniya jinan û xwest ku bajar bi hev re bi rê ve bibin û got, "Werin em bi hev re biaxivin, nîqaş bikin û çareseriyê bi hev re hilberînin."

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, bi armanca ku daxwaz û pêdiviyên jinan rasterast guhdar bike, xebatên xwe yên qadê didomîne. Di çarçoveya xebatan de ku bi armanca xurtkirina piştevaniya jinan û hilberîna çareseriyên herêmî hatin lidarxistin, li taxa Yenîkoyê ya girêdayî navçeya Baglarê bi jinan re kombûnek pêk hat.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, endamên meclîsê û Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer tevlî hevdîtina ku li maleke taxê hat lidarxistin bûn.

Di hevdîtinê de ku jinan zehmetiyên jiyana rojane, pêdiviyên taxê û hêviyên xwe parve kirin, bal kişandine ser girîngiya hilberîna çareseriyên hevpar ji bo pirsgirêkan û xurtkirina piştevaniya jinan.

'Em dizanin ku piştevanî çiqas xweş e'

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer di destpêka hevdîtinê de axivî û bal kişand ser wê yekê ku jin di jiyana rojane de tenê dimînin û got: "Ji demekê ve ye em dixwazin ne tenê li navendên xwe, di heman demê de li taxên xwe jî bi hevalên jin re bên cem hev, hev nas bikin, guh bidin pirsgirêkan û sohbet bikin. Em di jiyana xwe ya rojane de tenê dimînin. Em dizanin ku piştevanî çiqas xweş e û çiqas baş bi me tê. Me xwest ku ev hevdîtin bibin wesîleya hatina cem hev."

Hevşaredar Bucak: Armanca me ew e ku em bajar bi hev re bi rê ve bibin

Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser rola jinan a di rêveberiya bajar de û girîngiya rêxistinbûyîna di asta taxê de û diyar kir ku xebat dê tax bi tax, kolan bi kolan bidomin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku divê jin xwe bi tenê hîs nekin û wiha got:

"Em dixwazin ku xebatên li tax û kolanan bê navber ji bo civakê, ji bo jinan bidomin. Armanc û daxwaza me ya sereke ew e ku em vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin. Werin em bi hev re biaxivin, nîqaş bikin û çareseriyê bi hev re hilberînin. Pêdivî û pirsgirêkên li vê taxê çi ne; bila Daîreya Polîtîkayên Jinan di vî warî de kîjan gavan biavêje, em biaxivin. Îro em dixwazin guh bidin we. Tundiya li ser jinan pirsgirêkeka gelekî mezin û girîng e. Armanca me ew e ku jin xwe bi tenê hîs nekin û ji bo pirsgirêkan bi hev re çareseriyê hilberînin."

Jinan pêdivî û pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin

Jinan di hevdîtinê de gotinên xwe gotin û zehmetiyên ku di jiyana xwe ya rojane de pê re rû bi rû dimînin, kêmasiyên li taxê û hêviyên xwe yên têkildarî xizmetên şaredariyê anîn ziman. Jinan daxwaz kirin ku cihên kar bên sehkirin, xeta kanalîzasyonê bê paqijkirin, ji bo alûdetiya bi madeyên hişber çareserî bê dîtin, kevrokên parke li ser rêyan bên danîn, stargehên ajalan bên veguhestin ciyekî din, paqijiya jîngehê û xebatên dermanfiroşiyê werin kirin.

Mezinkirina Navenda Jiyanê ya Jinan, girîngîpêdana bi qadên hilberînê, avakirina navenda werzişê, parkên zarokan û kreşan û peydakirina derfetên kar jî di nava daxwazên ku jinan anîn ziman de cih girtin.

Di civînê de, li gorî pêdivî û pêşniyarên çareseriyê yên ku jinan parve kirin, rêyên çareseriyê yên hevpar hatin nîqaşkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan