Hevşaredar beşdarî konsera Orkestraya Senfoniyê ya Tîgrîsê bûn
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, beşdarî konsera Orkestraya Senfoniyê ya Tîgrîsê bûn ku Zulfu Livaneli wekî mêvan tê de cî girt. Di konserê de ku awazên Livaneli hatin strandin peyamên aştî û biratiyê hatin dan.
Konser li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin û Orkestraya Senfoniyê ya Tîgrîsê awazên Zulfu Livaneli jendin. Tevî Hevşaredar Serra Bucak û Emîn Ay; Hevberdevkên Meclisa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn, parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî konserê bûn.
Ji Livaneli peyama aştî û biratiyê
Zulfu Livaneli beriya konserê axaftineke kurt kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina Amedê anî ziman û peyama aştî û biratiyê da.
Ji Hevşaredar Bucakê piştgiriya aştî û biratiyê
Piştre Hevşaredar Serra Bucak li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gul diyarî kir û hêvî kir ku lidarxistina van cure organîzasyonan li bajêr bibe wesîleya aştî û biratiyê. Hevşaredar Bucak di axaftina xwe de ev îfade bi kar anîn: “Ez jî dixwazim ji her kesî re, ji hemû mêvanan re bibêjim 'hûn bi xêr hatine, ser çavan hatine'. Ez dixwazim bibêjim ku hûn bi xêr hatine bajarê me, Ameda me. Salek berê dema ku li vir serdana me kiribû, li şaredariya me me li ser tiştekî pir axivî, me pir sohbet kir. Eger îro dîtina we li ser vê dikê ji bo min bi rastî cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Ez pir hestiyar bûm, lingên we sax bin. Ez hêvî dikim ku îro stranên herî bedew ên li ser biratî, dostanî û aştiyê bên strandin; bi hevwergirtina we û bi hevwergirtina Orkestraya Senfoniyê ya Tîgrîsê.”
Bi sedan xelkê hevkariya awazan kir
Piştî axaftinan konsera ku dest pê kir, kêliyên bi kelecan hatin pêş. Bi sedan welatiyan bi yek dengî hevkariya awazan kir.
