Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Civakî

Hevşaredar Ay: Perwerde, bingehê jiyana demokratîk û civakî ye

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay, di 5ê cotmehê de li gel mamostayên ku di nava şaredariyê de dixebitin civiya û bal kişand ser wê yekê ku perwerde yek ji hêmanên bingehîn ên jiyana demokratîk û civakî ye.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay, bi wesîleya 5ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Mamostayan tevî çalakiya ku ji bo mamostayên di nava şaredariyê de dixebitin hat lidarxistin, bû. Di bernameyê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve li Midûriyeta Şaxa Xizmetên Pîr û Kalan a li Sumerparkê de hate organîzekirin, keda mamostayên ku paşeroja civakê teşwîq dikin û xebatên wan ên di warê perwerdeyê de hatin destnîşankirin.

Di çalakiyê de Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman nameya Ferzad Kemanger ê ku di sala 2010an de li Îranê hatibû darvekirin xwend û got: "Ez wî mamostayê mezin bi rêzdarî bi bîr tînim. Hêviya me ew e ku em hemû mirovên vê cîhanê di nava civakeke demokratîk de, bi perwerdeyeke demokratîk mezin bikin."

Hevşaredar Ay: Bingeha ku em xwe dispêrine wê, civaka exlaqî û polîtîk e

Hevşaredar Emîn Ay ê ku di çarçoveya çalakiyê de li gel mamostayên ku di nava şaredariyê de perwerdeyê didin civiya, Roja Cîhanî ya Mamostayan a hemû perwerdekaran pîroz kir û spasiya wan kir ji ber xebatên wan ên bi fedakarî.

Hevşaredar Ay behsa girîngiya perwerdeyê ya ji bo civakê kir û diyar kir ku wekî şaredarî ew ê di warê gihandina zarok û ciwanan a bi perwerdeya bi qalîte de her cûre piştevaniyê bidin. Ay diyar kir ku divê perwerde di nava her parçeyê jiyanê de be û got ku di pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê de girîngiya perwerde û mirovên xwedî perwerde zêdetir derdikeve pêş.

Ay destnîşan kir ku di tecrubeya xwe ya rêveberiyên herêmî de serdemek heye ku 8 salan hatiye navberdan û di vê serdemê de ne tenê çavkaniyên madî, dîrok û hawîrdora şaredariyê an jî bajêr hatine tunekirin, lê xirabûna herî mezin di warê zîhniyetê de hatiye kirin.

Hevşaredar Ay wiha axivî: "Esasê bingehîn ku em di nêrîna xwe ya rêveberiyên herêmî de xwe dispêrine wê, civaka exlaqî û polîtîk e. Çavkaniya bingehîn a hemû xebatên ku em ê bikin divê ev be. Em dikarin vê tenê bi perwerdeyê bi ser bixin. Di vî warî de em ji kedên hevalan agahdar in, em girîngiyê didinê. Di vî warî de ji bo ku em xebatên bi hêztir û berhemdartir bikin, em ê van bi hev re pêş bixin."

‘Em di warê pêşxistina derfetên şaredariyê yên di warê perwerdeyê de biryardar in’

Hevşaredar Ay diyar kir ku neteweya demokratîk tenê bi civaka demokratîk dikare bê avakirin û axaftina xwe wiha domand: "Ji xebateke ku demokrasiyê, azadiyê, maf, edalet, wekhevî û bi taybetî azadiya jinan lê nîne, wergirtina berhem û encamê ne pêkan e. Di vî warî de em ê jî bi hev re ji bo tiştên ku em dikarin bikin bixebitin. Em di warê pratîzekirin û pêşxistina derfetên şaredariyê yên bi awayekî xurt di warê perwerdeyê de pir biryardar û bi hêz in. Ji ber vê yekê em keda hevalên xwe yên heta niha teqdîr dikin û dibînin. Ez bawer dikim ku her yek ji me bi bawerî û bi dilxwazî, ji kûr ve ji vî gelî re, ji zarokên vî gelî re, ji ciwan û jinên wî re çi berhema herî zêde ku em dikarin bidin, di vî warî de em ê kedê bidin û em ê hemû bi hev re tiştan biguherînin."

Çalakî, digel beşdariya Hevşaredar Ay, Hevberdevkên Meclisê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, endamên meclisê û serokên daîreyên têkildar, piştî sohbetên bi mamostayên re bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan