Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Ay tevî civîna aştiyê ya malbatên xwîndar bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mezin Emîn Ay, ji bo bidawîkirina dijminahiya di navbera malbatên Ozpinar û Kayayê de tevî civîna aştiyê bû. Hevşaredar Ay bal kişand ser girîngiya aştiyê ya navxweyî ya di navbera malbatan de ji bo yekîtiya civakî û got, "Em hêvî dikin ku em ê di navbera hemû gel û baweriyan de aştiyê ava bikin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mezin Emîn Ay, tevlî civîna aştiyê ya ku ji bo bidawîkirina dijminahiya di navbera malbatên Ozpinar û Kaya de hatibû lidarxistin, bû. Bernameya ku li salonekê ku li taxa Şehitlik a navçeya Yenişehirê hat lidarxistin, ji bilî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay, Hevserokên Bajarê Amedê yên Partiya DEM’ê Fatime Îzol Levent û Yunus Muratakan, Hevserokê Bajarê Amedê yê DBPê Ahmet Dogan, Dayikên Aştiyê, endamên meclîsa DBBê, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdar bûn.

Hevşaredar Ay: Em ê di navbera hemû gel û baweriyan de aştiyê ava bikin

Di bernameyê de ku peyamên aştî, yekîtî û piştevaniyê hatin dayîn, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay spasiya kesên ku di pêkanîna aştiyê ya di navbera malbatan de ked dane kir û wiha got:

“Niha em di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ne. Em hêvî dikin ku em ê di navbera hemû gel û baweriyan de aştiyê ava bikin. Ji bo em bigihêjin vê armanca xwe, divê berî her tiştî pêşî em aştî û tifaqa xwe ya navxweyî pêk bînin. Ya ewil divê em di nava xwe de aştiyê û tifaqa demokratîk ava bikin. Rêya vê jî çi di navbera malbatan de çi di navbera eşîran de be, heke pirsgirêkek hebe, divê mirov wan bîne cem hev û bide lihevanînê. Tifaqa mezin bi tifaqên biçûk çêdibe. Ji ber vê yekê ev gav pir girîng û pir bi qîmet e.”

‘Aştî, nirxa hevpar a hemû mirovahiyê ye’

Hevşaredar Ay diyar kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin eger rolek, misyonek û berpirsiyariyek ku bikeve ser milê wan hebe ew her dem amade ne û got:

“Aştî, nirxa hevpar a hemû mirovahiyê ye. Hemû dîn û bawerî jî aştî li ser mirovan ferz kirine. Di pêkhatina vê aştiyê de kê çi ked daye, destê her kesî sax be. Bila hezar caran mala wan ava be.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan