Hevşaredar bi muxtarên Peyasê re civiyan: Pêdiviyên taxan û veberhênan bi hev re hatin nirxandin
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca belavkirina hişmendiya rêveberiya herêmî ya beşdar, hevdîtinên xwe yên bi muxtaran re didomîne. Di vê çarçoveyê de civîna bi muxtarên navçeya Peyasê re hate lidarxistin. Bo civîna ku li Şaredariya Peyasê hate kirin; Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredara Peyasê Berivan Gulşen Sîncar, Hevberdevka Meclîsa DBBê Demet Ceylan, endamên meclîsê, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBBê Muhabbet Erdogmuş, serokên daîreyan û gelek muxtar beşdar bûn.
Hevşaredara Peyasê Berivan Gulşen Sîncar diyar kir ku ew zêdetirî 2 sal in li bajêr xebatan dimeşînin û got ku ew hatine cem hev da ku li ser pirsgirêkên ku dem bi dem derdikevin û yên ku hêj li benda çareseriyê ne, bigihîjin lihevkirineke hevpar.
'Bajar di salên dawî de koçberiyeke zêde wergirt'
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun ê ku di civînê de axivî, bi bîr xist ku li bajêr ev gelek sal in pirsgirêkeke cidî ya avê heye. Hevşaredar Hatun bal kişand ser wê yekê ku plansaziyên di serdemên borî de hatine kirin, bêyî ku zêdebûna nifûsa bajêr a di paşerojê de li ber çavan bê girtin, tenê li gorî nifûsa wê demê hatine amadekirin û destnîşan kir ku bajar di salên dawî de koçberiyeke zêde wergirtiye.
Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku dema dest bi kar kirine giranî dane pirsgirêkên ku destwerdana lezgîn dixwazin û diyar kir ku wek karê ewil li ser xeta Gazîler û Peyasê dest bi xebatên nûkirina şebekeya kanalîzasyonê kirine. Hatun anî ziman ku wan ji bo tamîrkirin û paqijkirina xetên kanalîzasyonê yên nêzî 10 salan mesaiyeke zêde xerc kiriye û li dijî kêmasiyên binesaziyê projeyên nû xistine dewrê.
'Xebatên binesaziyê berdewam dikin'
Hevşaredar Hatun da zanîn ku ji ber ku kapasîteya xetên heyî têrê nake, wan li Bulvara Selahaddîn Eyyûbî û Bulvara Firatê plansaziya xeteke nû kiriye û diyar kir ku xebat niha nîvî bi nîvî temam bûne û dewam dikin. Hatun destnîşan kir ku xebatên binesaziyê bandorê li jiyana bajêr dikin û wiha got:
"Di nav vî bajarî de çêkirina hemû xetan di carekê de pir zehmet e. Herikîna trafîkê disekine, her der dibe toz û dûman. Lê nûkirina van xetan ji bo me hem pir girîng bû hem jî ferz bû. Wek Şaredariya Bajarê Mezin em plansaziya xwe ya 5 salan dikin û her sal budceya xwe di vê çarçoveyê de amade dikin."
Xizmetên rê û projeyên geşepêdana gundewarî
Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku li her 17 navçeyan pirsgirêkên rê di rojeva wan ya sereke de ne û bal kişand ser girîngiya veberhênanên veguhestinê û diyar kir ku ji ber barîna barana zêde gelek rê xerab bûne.
'Xebatên binesaziyê ji bo bajêr pir girîng in'
Hevşaredar Bucak ku xizmetên di 2,5 salên ku hatine ser wezîfeyê de hatine kirin bi reqaman parve kir, bal kişand ser ku veberhênanên binesaziyê xebatên nexuya ne lê ji bo jiyana bajêr xwedî girîngiyeke mezin in. Bucak diyar kir ku rêyên ku bi salan e lênihêrîn û tamîrkirina wan nehatiye kirin hene û got ku di serdema 2025-2026an de li Peyasê (Kayapınar) 109 hezar ton asfalt hatiye rijandin, 12 hezar û 555 ton xebatên lênihêrîn û tamîrkirina asfaltê û 7 kîlometre çêkirina rêyên nû pêk hatine.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku xebatên li ser rêyên koma taxan (gundan) jî didomin û eşkere kir ku di sala 2025an de lênihêrîn û tamîrkirina 53,4 kîlometre rêyên koma taxan hatiye temamkirin û ji bo sala 2026an jî 77 kîlometre xebatên lênihêrîn û tamîrkirina rêyên komê hatine plansazkirin. Bucak anî ziman ku li navendê di serî de Bulvara Firatê, Dîclekent û Bulvara Mahabadê, xebatên rê, binesazî, sersazî, peyzaj û ronahîkirinê berdewam dikin û got ku li Polattepe, Leyla Qasîm, Kolana Şengalê, Gozalan, Nazim Hikmet, Bulvara Firatê, Bulvara Necmettîn Erbakan û Kolana Dr. Bedrî Alpayê dê qata lihevketinê ya asfaltê bê rijandin.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku muxtar herî zêde daxwazên rê, veguhastin û ava vexwarinê dighînin wan û got ku şaredarî tevî zehmetiyên aborî jî hewl didin li gorî hemû pêdiviyên bajêr xizmetê hilberînin. Bucak anî ziman ku ew neçar in xizmetê bibin gelek taxan û diyar kir ku wan îmkanên budceyê bi nêzîkatiyeke giştgir plansaz kirine.
'272 hezar metre şebekeya kanalîzasyonê hate paqijkirin'
Hevşaredar Bucak derbarê xebatên DİSKİyê de jî agahî dan û diyar kir ku di sala 2025an de li Peyasê 272 hezar metre paqijkirina şebekeya kanalîzasyonê hatiye kirin û ev rêje li seranserê parêzgehê rêjeya herî bilind e. Herwiha anî ziman ku 663 metre tamîrkirina şebekeya kanalîzasyonê, hezar û 968 metre girêdana aboneyan û 3 hezar paqijkirina bacinan (lûleyên kontrolê) hatiye kirin.
Ji bo pêşeroja bajêr veberhênana li ser ava paqij
Hevşaredar Bucak xebatên ji bo binesaziya ava vexwarinê jî parve kirin û diyar kir ku 71 depoyên ava vexwarinê hatine paqijkirin û li seranserê 8 hezar û 269 metrekup qebûra depoyê xebatên hîjyenê hatine temamkirin. Bucak daxuyand ku li Peyasê avakirina avahiya DİSKİ SCADAyê û Projeya Qonaxa 2yemîn a Saziya Parzûnkirina Ava Vexwarinê ya Navendî berdewam dikin û bal kişand ku ev veberhênan ji bo ewlehiya ava vexwarinê ya pêşerojê ya bajêr girîngiyeke krîtîk diparêzin.
Hevşaredar Bucak tekez kir ku Peyas di binesaziya ava bajêr de navendeke girîng e û got ku li navçeyê 57 depoyên avê û 168 hezar metrekup kapasîteya depokirinê heye û bi vê kapasîteyê nêzî ji sedî 60ê hewcedariya avê ya Amedê tê dabînkirin. Bucak da zanîn ku ji sedî 48ê şebekeya ava vexwarinê, kanalîzasyon û ava baranê ya li seranserê parêzgehê jî li Peyasê ye.
Veberhênanên ji bo taxên gundewarî
Hevşaredar Bucak diyar kir ku veberhênanên ji bo taxên gundewar berdewam dikin û daxuyand ku di serî de li Pirinçlikê li gelek taxan xebatên sondaj, depo, şebeke û çêkirina pompayê dewam dikin. Bucak da zanîn ku di çarçoveya îhaleyê de 13 kîlometre kanalîzasyon, 4 kîlometre ava baranê û 31 kîlometre çêkirina xeta ava vexwarinê hatiye temamkirin; di serdema nû de jî dê 31 kîlometre kanalîzasyon, 3 kîlometre ava baranê û 11 kîlometre xeta ava vexwarinê ya din jî bê çêkirin.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku nirxandina hemû plansaziyên rê û binesaziyê li gorî nêrîn û daxwazên muxtaran dê berdewam bike û da zanîn ku serokatiyên daîreyên pêwendîdar dê bi daneyên berfireh bersivandina pirsên muxtaran bidomînin.
Muxtaran daxwazên xwe gihandin Hevşaredaran
Muxtaran jî di civînê de ligel pirsgirêkên kanalîzasyon û binesaziyê yên li navçeyê, hewcedarî û daxwazên xwe yên rojane anîn ziman. Muxtaran daxwazên wekî çêkirina mala şînê û goristanê, kişandina xeta gaza xwezayî ji bo Taxa Peyasê, zêdekirina xebatên li dijî tiryakê (hişbirê), dabînkirina hewcedariya bazara taxê, çareserkirina kêmasiya tuvaletên di parkan de, herwiha daxwazên ronahîkirin û kamelyayan gihandin Hevşaredaran.
