Hevşaredar Bucak: Werin em nobeta edalet û bîranînê bi hev re mezin bikin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî nobeta edalet û bîranînê ya ku li dijî qetlîamên jinan hatibû destpêkirin bû û got: “Bangawaziya me ji bo jinên ciwan, jinên zanîngehê û hemû jinên li Amedê ev e: Werin em bi hev re vê piştevaniyê, vê çalakiya bîranînê û vê çalakiya bibîrxistinê mezin bikin.”
Nobeta edalet û bîranînê ya ku ji aliyê Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ve ji bo balkişandina ser qetlîamên jinan û li beramberî mekanîzmayên tundiyê yên ku pergala serdest a nêr çêdike derketinê li ber Edliyeya Amedê hatibû destpêkirin, kete hefteya xwe ya 4an. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek jinan piştgirî dan nobetê.
Di çalakiyê de ku dê di nava deh heftiyan de her rojên sêşemê di heman demê de bê lidarxistin, armanc ew e ku jinên hatine qetilkirin ne tenê wekî statîstîkî, lê bi navên xwe, bi jiyana xwe û çîrokên xwe bên bibîranîn.
‘Kuştinên jinan ne ji rêzê ne’
Di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de hat gotin: “Armancgirtina sîstematîk a jinan qirkirineke jinan e; ev kuştin ne ji rêzê ne, encama pergala serdest a nêr in.”
Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku bîranîn ne tenê bîranîn e, di heman demê de parastina mafê jiyanê yê jinan e; hate xwestin ku jin di dema jiyana xwe de bên parastin, serlêdanên wan bi cidiyet bên nirxandin û dewlet erka xwe ya parastinê bi temamî pêk bîne.
Di nobetê de, çîrokên jinên ku di navbera 18-26ê cotmehê de li Tirkiyeyê hatine qetilkirin hatin xwendin.
Hevşaredar Bucak: Werin em vê çalakiyê bi hev re mezin bikin
Hevşaredar Serra Bucak, bi axaftina xwe ya di çalakiyê de diyar kir ku nobet gelekî bi qîmet e û bal kişand ser wê yekê ku banga ku ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve tê kirin aşkere û zelal e. Hevşaredar Bucak da zanîn ku ew li ber saziya berpirs in ku hesab ji kujeran napirse û lêpirsinan wekî ku divê nake û bang li jinan kir ku her roja sêşemê saet di 12.30î de tevlî nobeta li ber Edliyeya Amedê bibin. Hevşaredar Bucak gotinên xwe wiha domandin: “Em dixwazin li vir her hefte pir bibin û vê çalakiyê bidomînin. Bangawaziya me ji bo jinên ciwan, jinên zanîngehê û hemû jinên li Amedê ev e: Werin em bi hev re vê piştevaniyê, vê çalakiya bîranînê û vê çalakiya bibîrxistinê mezin bikin. Ez spasiya we giştan dikim ku hûn beşdar bûne.”
Di daxuyaniyê de Hevşaredara me Bucak axivî û bang li hemû jinan kir ku piştevaniyê û çalakiyê mezin bikin.
