Hevşaredar Bucak, Li Bazara Heywanan lêkolîn kir
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Bazara Heywanan pirsgirêkên esnaf û welatiyan li cih guhdar kir. Hevşaredar Bucak diyar kir ku beriya zivistanê wê li qada heyî qadên girtî yên demkî bên çêkirin û xebatên lênêrîn û tamîrkirinê bên kirin; her wiha destnîşan kir ku ji bo tesîsa mayînde, veqetandina ciyê li Taxa Şenbekoyê temam bûye û proje dê di vê payizê de bikeve îhaleyê.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Bazara Heywanan lêkolîn kirin û pirsgirêk û daxwazên Xwediyên Heywanan li cih guhdar kirin. Hevşaredar Bucak, bi taybetî qadên girtî yên ku ji ber ziyanên di erdhejê de dîtibûn neçar man ku bên hilweşandin û pirsgirêkên binesaziyê lêkolîn kir û diyar kir ku beriya şert û mercên zivistanê dest pê bikin wê tedbîrên demkî bên girtin û ji bo tesîsa mayînde jî di payizê de pêvajoya îhaleyê bê destpêkirin.
Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman
Welatiyan bal kişandin ser wê yekê ku pêdiviya herî lezgîn a li Bazara Heywanan qadên girtî yên guncav ên ji bo şert û mercên zivistanê ne û diyar kirin ku ji ber avahiyên ku piştî erdhejê xebatên xurtkirinê li ser hatibûn kirin lê ji ber ku nehatibûn rizgarkirin hatibûn hilweşandin, ew mexdûr bûne. Welatiyan her wiha daxwazên xwe yên derbarê av û paqijiyê de jî anîn ziman.
Tesîsa mayînde dê li Şenbekoyê bê çêkirin
Hevşaredar Bucak aşkere kir ku heta derbasî tesîsa nû bibin wê destwerdaneke lezgîn li qada heyî bê kirin û got ku wê qadên girtî yên demkî bên çêkirin û xebatên pêwîst ên lênêrîn û tamîrkirinê bi lez bên kirin. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji bo çareseriyek mayînde ji Bazara Heywanan re bê dîtin, li Taxa Şenbekoyê ya girêdayî navçeya Baglarê veqetandina cî qediya ye û destnîşan kir ku plansaziya pêwîst dê bê kirin û di vê payizê de dê derkevin îhaleyê.
Wekî din, li ser daxwaza welatiyan, ji bo ku xebatên lênêrîn û tamîrkirinê li Bazara Heywanan bên kirin, ji heftiya pêş ve dê bazar di rojên şemî û yekşemê de girtî be.
Di dema lêkolînên li Bazara Heywanan de, Alîkarên Sekreterê Giştî yê DBBê Muhabbet Erdogmûş û Azîz Ozdogan, endamên meclisê û serokên daireyan ên têkildar hevalbendiya Hevşaredar Bucakê kirin.
