Hevşaredar Bucak: Zimanê aştiyê bi têkoşîna rojnamegeran pêkan e
Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî “40. Merasîma Xelatdayînê ya Rojnamegerên Serketî yên Salê ya Kevneşopî” a ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) ve hat lidarxistin, bû. Bucak a ku li vir bal kişand ser girîngiya rojnamegeriyê, got: "Zimanê aştiyê yê di çapemeniyê de tenê bi têkoşîna kedkarên çapemeniyê pêkan e."
Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ji bo teşwîqkirina rojnamegeriya bi nîgar, xurtkirina xebatên serketî û parvekirina pêşveçûna pîşeyê, beşdarî merasîmê bû ku ji aliyê GGCyê ve hatibû organîzekirin.
Li gel Hevşaredar Bucak, Hevseroka Bajar a DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevberdevka Meclisa DBBê Demet Ceylan û endamên meclisê, hevserokên şaredariyên navçeyan, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek rojnameger beşdarî merasîma ku li otelekê pêk hat bûn.
Kevneşopiya 40 salî hat pîrozkirin
Hevşaredar Serra Bucak di axaftina xwe ya li merasîmê de bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye ji pêvajoyeke dijwar derbas dibe û nîqaşên civakî-siyasî rê li ber polarîzasyonê vedikin. Hevşaredar Bucak ev tişt anîn ziman:
"Di welatekî wisa de muxalif bûn, di nava muxalefetê de cih girtin, parêzvanê mafan bûn gelekî zehmet e. Lê şopandina van hemû têkoşînên mafan, li cem aliyê mafdar cih girtin, kedxebata ji bo ku agahiyên rast bigihîjin civakê ji bo rojnamegeran erkeke dijwar e, lê di heman demê de ewqas jî xweş, bi kelecan û pîroz e. Di gelek welatan de serdemeke ku hem ewqas zehmet e û hem jî ewqas girîng e, nehatiye jiyîn. Îro ez dixwazim li vir çinarê kevneşopiya çapemeniya azad, Mûsa Anter ê biqîmet bi bîr bînim. Sibê salvegera mirina wî ye. 34 sal derbas bûn. Ligel Mûsa Anter gelek kuştinên rojnamegeran bêencam û bêceza man. Erdnîgariya me ji bo rojnamegeran erdnîgariyeke gelekî zehmet e. Ez dixwazim hemû rojnamegerên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînim."
'Muzeyeke çapemeniyê gelekî li vî bajarî tê'
Hevşaredar Bucak rojnamegerên ku xelat girtin pîroz kir û diyar kir ku ew ê piştgiriya çapemeniya herêmî û nûnerên herêmî yên çapemeniya neteweyî bidomînin. Bucak got, "Muzeyeke çapemeniyê gelekî li vî bajarî tê" û anî ziman ku ew dixwazin bi hemû avahiyên li bajar re muzeyeke ku dê ji herêmê re jî bêje diyarî bajêr bikin.
'Zimanê aştiyê yê di çapemeniyê de bi têkoşîna kedkarên çapemeniyê pêkan e'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku yek ji lingên herî girîng ên Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk jî çapemenî ye û got:
"Em mixabin hîn pir kêm dibînin ku zimanê wê çapemeniyê ber bi aştiyê ve tê guhertin. Zimanê aştiyê yê di çapemeniyê de tenê bi têkoşîna kedkarên çapemeniyê pêkan e."
Xelat da Zîlan Azad
Hevşaredar Bucak, xelata hevpeyvînê ku ji Îlke TVyê girtibû, da Zîlan Azad.
Di pêşbirka ku îsal cara 40î hat lidarxistin de, di gelek şaxên cuda yên wekî nûçeya nivîskî, nûçeya TVyê û hevpeyvînê de xelat dan xwediyên wan. Di merasîmê de ligel serketinên pîşeyî, xelatên taybet jî dan kes û saziyên ku hesasiyeta civakî û hişyariyê çêdikin.
Piştî dayîna xelatan, merasîm bi kişandina wêneyên bîranînê yên komî bi dawî bû.
