Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak: Ji bo Hala Kevn em ê çareseriya herî lezgîn bixin dewrê

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak; bi beşdariya Hevseroka Şaredariya Yenişehirê Safiye Akdag, endamên Meclîsa DBBê, serokên daireyan, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê) yên Navçeya Yenişehirê Vedat Guleç û Berivan Beyazadam, li navçeya Yenişehirê serdana esnafan kir.

Di çarçoveya bernameya ku bi koordînasyona Serokatiya Daireya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel hate organîzekirin de esnafên Taxa Şehitlikê yek bi yek hatin ziyaretkirin. Hevşaredar Bucakê, li qada Hala Kevn a li wê herêmê jî lêkolîn kirin.

Esnafan daxwazên xwe ji Hevşaredar Bucakê re ragihandin

Di dema serdanê de esnaf û şêniyên taxê; daxwaz û pêşniyarên xwe yên li ser rewşa Hala Kevn, paqijî, avahiyên metruk (xirabe), veguhastin, binesazî û dagirkirina peyarê rasterast ji Hevşaredar Bucakê re ragihandin.

‘Em ê pirsgirêka Hala Kevn çareser bikin’

Hevşaredar Serra Bucak ku guh da daxwazên esnafan, diyar kir ku ew ê ji bo çareseriyê di demeke kurt de bi xwediyên milkan re civînekê çêbikin û got: “Ji bo qada Halê em ê an pêvajoyeke guherîna bingehîn bidin destpêkirin an jî avahiya heyî bi lezgînî temîr bikin. Rêbaza herî lezgîn çi be em ê wê bixin dewrê. Di vê çarçoveyê de em ê di demeke herî kurt de bi xwediyên milkan re werin cem hev û civîneke nirxandinê çêbikin.”

‘Em ji bo binesaziya veguhastinê dixebitin’

Hevşaredar Bucakê behsa xizmetên veguhastina giştî jî kir û bal kişand ser xebatên di çarçoveya Protokola Optîmîzasyona Tora Veguhastina Giştî ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê de hatibû îmzakirin de û got: “Me 80 otobûsên nû kirîn lê ev hejmar têrê nake. Nêzî 9 mehan e ku em li ser binesaziya veguhastinê xebateke hesas dimeşînin. Bi xêrê em ê encamên van xebatên xwe di payizê de bibînin.”

‘Ji bo binesaziyê em ê tedbîrên lezgîn wergirin’

Hevşaredar Bucak daxwazên welatiyan ên derbarê binesaziyê de jî nirxandin û diyar kir ku ew ê beriya mehên zivistanê tedbîrên lezgîn wergirin. Hevserok Bucakê got: “Çilpên avê yên di rojên baranî de çêdibin, ji meyl an jî ferqa astê çêdibin. Hêj ji bo zivistanê dem heye. Di etaba yekem de em ê bi sîstemên hewşengê (izgara) hewl bidin ku ji vê pirsgirêkê re çareseriyeke lezgîn peyda bikin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan