Hevşaredar Bucak li qadên xebatê seh kir
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di avakirina Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê û Parka Sanayiyê de ku çêkirina wan berdewam dike, lêkolîn kirin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi mebesta lişûnêdîtina proje û xizmetên ku li seranserê bajar hatine bipêşxistin, serdanên xwe yên qadê berdewam dike. Hevşaredar Bucak di vê çarçoveyê de li navçeya Peyasê (Kayapinar) di avahiya Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê ku dê piştgiriyê bide geşepêdana civakî, çandî û pîşeyî ya jinan û li Parka Sanayiyê de lêkolîn kirin.
Yekem rawestgeha lêkolînan Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê bû ku li taxa Firatê ya navçeya Peyasê li ser qada 1105 metreçargoşeyî bingehê wê hatibû avêtin û xebatên avakirina wê berdewam dikin. Navenda ku bi mebesta piştgirîkirina geşepêdana civakî, çandî û pîşeyî ya jinan hatiye bipêşxistin, gava temam bibe dê di mezinbûna wekheviya civakî û bihêzbûna jinan de tevkariyên girîng bike. Di nav nava Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê de ku wekî komplekseke civakî ya pênirxî hat sêwirandin; kafeterya, odeya lîstikê ya zarokan, odeya rahêneran, odeya şêwirmendiya psîkolojîk, odeya kordînator, qada fuaye û pêşangehê, sînemaya biçûk, polên peykerçêkirinê, wênegeriyê û nîgarkêşiyê, salonên reqs û fitnessê dê cih bigirin.
Xebatên paqijiyê dê bên gurkirin
Hevşaredar Bucak û şandeya bi wê re, paşê serdana Parka Sanayiyê ya li navçeya Peyasê kirin û di parkê de lêkolîn kirin. Hevşaredar Bucak di serdanê de bi welatiyên li parkê re hat cem hev û guh da daxwaz û pirsgirêkên wan.
Hevşaredar Bucak ji bo çareserkirina neyêniyên ku welatî rastî wan hatine biryara erkdarkirinê da yekîneyên peywendîdar. Her wiha Hevşaredar Bucak diyar kir ku li gorî daxwazên ku niştecihên taxê gihandine wan, xebatên paqijiyê yên di park û dorhêla wê de dê bên girankirin.
Lêkolîn li malên tendûran kir
Hevşaredar Bucak di serdana parkê de her wiha li malên tendûran ku avakirina wan berdewam dike û gava temam bibin dê kargêriya wan ji bo bikaranînê ji niştecihên taxê re bê spartin jî lêkolîn kirin û ji berpirsiyaran agahî li ser xebatên ku tên birêvebirin û hûrgiliyên projeyê wergirtin.
Di lêkolînan de Cîgirên Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Azîz Ozdogan û serokên daîreyan yên peywendîdar bi Hevşaredar Bucakê re bûn.
