Hevşaredar Bucak, mercên jiyanê yên ajalên li Stargeha Jiyana Xwezayî pişkinî
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Stargeha Jiyanê ya Xwezayî ku li ser qada 195 donimî hatine avakirin pişkinîn kirin. Hevşaredar Bucak tenduristî, xwarin û nîzama padokan a 480 giyanewerên li tesîsê li ser cih lêkolîn kir û daxwaz kir ku xizmetên lênêrînê û xebatên avahîsaziyê yên berdewam dikin bi baldarî werin meşandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ku armanc dikin li seranserê bajêr ajalan di nav hawirdoreke saxlemtir, ewletir û bi xwezayê re hevgirtî de jiyana xwe domdar bikin, bê rawestan berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li Qada Jiyanê ya Xwezayî ku li ser qada 195 donimî hatiye avakirin û dema temam bibe dê bibe malîvanka nêzî 15 hezar ajalan, lêkolîn û pişkinîn kirin.
Tenduristî û mercên jiyanê yên segan li ser cih hatin pişkinîn
Di çarçoveya pişkinînan de Hevşaredar Bucak bi ekîbên pispor ên ku di buroya Serokatiya Daîreya Karên Veterineriyê de 7/24 li qadê de wezîfedar in re hat cem hev û derbarê rewşa tenduristiyê ya giştî û mercên jiyanê yên giyanewerên li wê qadê de agahiyên berfireh girt. Hekîmên veteriner ku daneyên li ser xebatên qadê parve kirin, diyar kirin ku 480 segên li tesîsê rojê du caran bi xwarina nûjen tên xwedîkirin û di her saeta rojê de dikarin bigehêjin ava paqij.
Hekîmên veteriner ên wezîfedar, derbarê protokolên lênêrîn û tedawiyê yên li qadê de ev agahî parve kirin: "Dostên ku anîne stargehê, em serê pêşîn derziyên wan ên harbûn û parazîtên hundir-derve dikin, çîpên/guharên wan dixinê. Piştî karûbarên xesandin û nezayokkirinê, ajal bo vê Qada Jiyana Xwezayî ya li vir tên guhastin. Bi awayekî birêkûpêk di 3 mehan de carekê derziyên parazîtên hundir-derve, di salê de carekê jî derziyên harbûn/qudûzê tên dubarekirin. Dema li qadê nexweşiyeke piçûk an jî birîndarbûnek çêbibe, hekîmên me yên li qadê di cih de mudaxaleyê dikin. Di rewşên giran an jî yên hewcedarê operasyonên ortopedîk de em bi hevkariya Zanîngeha Dicleyê sewqê dikin. Ajalên me yên nexweş piştî ku hatin tedawîkirin dîsa tînin qadê/stargehê."
Hevşaredar Bucak guh da xebatkarên ku li qada jiyanê wezîfedar in jî û daxwaz kir ku mafê jiyanê yê hemû giyanewerên di bin berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin de bi baldarî bê parastin û xizmetên lênêrînê bi baldariyeke mezin werin domandin.
Pişkinîn li qadên avahîsaziyê
Paşê Hevşaredar Bucak beşên tesîsê yên ku çêkirina wan berdewam dike geriya û ji ekîbên Serokatiya Daîreya Karên Fenî derbarê xebatên jêrxanê û nûjenkirina derdorê de agahî girtin. Li tesîsa ku xebatên stargehê bi lez berdewam dikin, tê plankirin ku hemû pêvajoyên avahîsaziyê û nûjenkirina derdorê heta dawiya meha cotmehê temam bibin û stargeh bi temamî amade bibe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê armanc dike ku hewcedariyên stargeh, xwedîkirin û tedawiyê yên segên li bajêr bi standardên modern peyda bike û têgihîştina şaredariyê ya ku mafên giyaneweran dixe navendê biqewitîne.
Di dema pişkinînan de Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu, Alîkara Sekreterê Giştî Ozlem Tekîn û serokên daireyan ên peywendîdar tevî Hevşaredar Bucak bûn.
