Hevşaredar Bucak, xebatên asfaltê yên li kolana Talaytepeyê seh kir
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya bernameya asfaltê ya ku li navçeya Kayapinarê 6 rêyan digire nav xwe de, xebatên li Kolana Talaytepeyê hatine meşandin li ser cih pişkinî û ji rayedaran agahî girt.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bihêzkirina jêrxana rêyan li seranserê bajêr, dirêjkirina temenê bikaranîna rêyan û zêdekirina rehetiya veguhastinê xebatên xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Hevşaredar Serra Bucak, xebatên asfaltê yên germ ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênêrîn û Tamîrkirina Rêyan ve li Kolana Talaytepeyê tên meşandin pişkinî.
Derbarê xebatan de agahî girt
Hevşaredar Bucak ku li qada xebatê geriya, derbarê pêvajoya raxistina asfaltê û hûrgiliyên teknîkî yên sepandinê de ji rayedaran agahî girt. Bucak ku qewetxweşî di xebatên ekîban da, diyar kir ku bernameya ku bi armanca çêkirina veguhastineke ewletir û rehettir hatibû destpêkirin dê li gorî plana hatî diyar kirin berdewam bike.
Xebat li kolana Talaytepeyê berdewam dikin
Etaba yekem a bernameya asfaltê ku li navçeya Kayapinarê 6 kolanan digire nav xwe, li Kolana Leyla Qasimê hatibû destpêkirin. Ekîb di çarçoveya bernameyê de xebatên xwe li Kolana Talaytepeyê berdewam dikin. Li kolana ku qata rê ya heyî di asteke binderê de ye, tebeqeya xişandinê ku qata dawî ya serxanê ye tê raxistin.
Bi temamkirina tebeqeya xişandinê re tê armanckirin ku rûyê rê li hemberî trafîka wesayîtan û mercên îqlimê berxwedêrtir bibe, temenê bikaranînê dirêj bibe û rehetiya ajotinê zêde bibe.
Ji bo 6 caddan 42 hezar ton asfalta germ
Di çarçoveya bernameya xebatê de, li ser rêgeha bi giştî 7,7 kîlometre ku ji kolanên Leyla Qasim, Talaytepe, Abdulkadir Aksu, Jiyan, Baba Tahir û Nazım Hikmetê pêk tê, nêzî 42 hezar ton asfalta germ dê bê raxistin.
Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên asfaltê li seranserê kêm bajaran berdewam bike da ku welatî li herêmên ku jêrxana wan temam bûye bigehêjin rêyên ewletir, rehetî û gihîştîtir.
Di dema pişkinînan de endamên meclisê û serokên daireyan ên peywendîdar tevî Hevşaredar Bucak bûn.
