Hevşaredar Bucak yekemînên LGS’yê ezimandin
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xwendekarên ku di LGS’yê de 500 pûanên tam girtine û ketiye nav yekemînên Tirkiyeyê, ligel malbat û mamosteyên wan hêwand û ji ber serkeftina wan pîrozbahî li wan kir.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, yekemînên Amedê ku di Ezmûna Sîstema Derbasbûna Lîseyan (LGS) a 2026’an de bersiva hemû pirsan rast dan û 500 pûanên tam girtin, di avahiya Şaredariya Bajarê Mezin de qebûl kir. Di serdanê de malbatên xwendekarên serkeftî û mamosteyên ku di jiyana wan a perwerdehiyê de ked dane jî ligel wan bûn.
Hevşaredar Bucak kêfxweşiya xwe ya ji serdanê anî ziman û serkeftina xwendakaran yek bi yek pîroz kir. Bucak bal kişand ser potansiyela bajar a di qada perwerdehiyê de û azweriya zarokan, û di axaftina xwe de cih da van îfadeyan:
“Ritûeleke me heye; em bi xwendekarên xwe yên ku di bajarê me de 500 pûanên tam girtine û derbasî lîseyê bûne re, bi malbatên wan re û heke bixwazin bi hocayên wan re tên cem hev. Ji bo ku em diyariyeke piçûk bidin wan, em bînin ziman ku me ew ji bîr nekirine, vê serkeftinê ku serkeftineke girîng e Careke din li vir teyîd bikin û ji bo heyama pêşiya me daxwaza serkeftinê bikin ritûeleke me ya weha heye, ku par jî me kiribû.”
Hevşaredar Bucak bi malbat û mamosteyên xwendakaran re jî sohbet kir û spasiya hemû perwerdekar û malbatên ku di mezinbûna zarokan de keda wan heye kir.
Serdan, piştî ku Hevşaredar Bucak diyariyên pîrozbahiyê pêşkêşî xwendekarên serkeftî kir û wêneya bîranînê hat girtin bi dawî bû.
Di serdanê de ji bilî Hevşaredar Bucak; Hevberdevkê Meclisa DBB’yê Ayhan Karatekin, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBB’yê Zerin Turk û serokên daireyan jî amade bûn.
