Hevşaredaran bi esnaf û serokên odeyan re pirsgirêk û rêyên çareseriyê gotûbêj kirin
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, bi esnafan re hatin gel hev û pirsgirêkên ku esnaf dijîn û pêşniyarên çareseriyê nirxandin. Di civînê de daxwazên têkildarî kontrolan, xercên rûxsatê, binesaziyê û xebatên asfaltê anîn ziman û Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê bi yekîneyên peywendîdar re bi hev re bixebitin.
Hevserokên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, bi serokên odeyên ku bi ser Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkarên Amedê (DESOB) ve ne di civînekê de rûniştin. Di civîna hevpar de hevserokên şaredariyên navçeyên navendî, endamên meclisê, Sekreterê Giştî yê Bajarê Mezin ê Amedê Serdar Bakiroglu, Cîgira Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, Serokê DESOB'ê Alican Ebedinoglu û serokên daîreyan amade bûn. Di civînê de pirsgirêkên ku esnaf dijîn bi berfirehî hatin gotûbêjkirin û pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin.
Esnaf û serokên odeyan pirsgirêkên xwe ragihandin
Esnaf û serokên odeyan ên ku di civînê de axivîn diyar kirin ku ji ber cihên kar ên derveyî qeydê û gerokfiroşan mexdûriyeteke mezin dijîn. Wan xwest ku kontrolên li qadê bên zêdekirin, rê li ber bêqeydbûnê bigire û tîmên zabtiyeyê li dijî gerokfiroşan tedbîrên şidtir bigirin.
Esnafan anî ziman ku ji ber marketên zincîrî beqalên biçûk û karsaziyên herêmî zehmetiyan dikişînin û xwestin ku rêziknameyên ku esnafên biçûk diparêzin bên bipêşxistin.
Ji bo parastina tenduristiya gel, zêdekirina kontrolên li ser karsaziyên ku şert û mercên hîjyenîk binpê dikin û helsengrandina pîvanên "Alaya Spî" ên ku ji karsaziyên standardên hîjyenê bi dest dixistin re tên dayîn, di nava daxwazan de bûn.
Esnaf û serokên odeyan diyar kirin ku bihayê xercên ruxsatê yên ku ji aliyê şaredariyên navçeyan ve tên girtin bilind e, û xwestin ku di mûçeyan de rêzikname bên çêkirin û gavên hêsankar bên avêtin. Esnafan her wiha daxwazên xwe yên têkildarî asfalt û baranên zêde jî anîn ziman.
Hevşaredar Bucak bal kişand ser hevkarî û koordînasyonê
Hevşaredar Serra Bucak daxwazên esnaf û serokên odeyan yek bi yek not girtin û diyar kir ku ew ê bi yekîneyên peywendîdar re bi hev re bixebitin. Hevşaredar Bucak nirxandin li ser sernavên ku di civînê de derketine pêş û nexşerêya şaredariyê kirin, behsa xebatên asfaltê yên ku di vê sezonê de hatine kirin kir û diyar kir ku xebatên li hin rêyan dê di mehên bihar û havînê yên pêş de zêde bibin û bidomin.
Hevşaredar Bucak da zanîn ku ji bo pirsgirêkên li ser asta navçeyan dê civînên herêmî bên plankirin û got ku gavên pratîktir û hêsankar ên têkildarî ruxsatan dê di bin koordînasyona şaredariya bajarê mezin û çar şaredariyên navendî de bên nirxandin.
Li borsaya ajalan dê xebatên sererastkirinê bên kirin
Hevşaredar Bucak bal kişand ser kêmbûna kadroyên zabtiyeyê û pirsgirêkên di girtina xebatkaran de yên ji ber tedbîrên tesarufê, û nirxandin li ser borsaya ajalan jî kirin. Hevşaerdar Bucak diyar kir ku borsaya ajalan di nava bajêr de maye û avahî temenê xwe tijî kiriye, ji bo ku vê zivistanê mexdûriyet çênebe dê xebatên restorasyon û sererastkirinê yên demkî bên kirin, û xebatên ji bo borsaya ajalan a nû jî berdewam dikin.
Xebatên binesaziyê yên ku dê li Çemê Sînagê bên kirin
Hevşaredar Bucak derbarê xebatên binesaziyê yên ku dê li derdora Çemê Sînagê bên kirin û veberhênanên Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) de wiha got:
"Mijara Çemê Sînagê pirsgirêkeke kronîk e lê em vê çareser dikin. Hêza me ya veberhênanê û hêza me ya aborî jî ji bo vê heye. Di 2,5 salan de DÎSKÎ'yê bi rastî jî xebateke mezin derxist holê lê nayê dîtin. Sedema vê jî ew e ku em ne ser-avê, em bin-avê çêdikin. Binêrin me bi kîlometreyan kanalîzasyon danî, bi kîlometreyan torên ava baranê paqij kirin. Me xeta îsale ya nû vekir, em xeta îsale ya duyemîn a serekî vedikin. Tesîsa paqijkirinê ya duyemîn, tesîsa me ya paqijkirina ava vexwarinê ji sedî 60î di qonaxa avakirinê de ye. Em tesîsên paqijkirinê yên paket vedikin. Ji ber wê ve paqijkirin ji bo me ne pirsgirêk e. Me li Pasûrê jî tesîsa paket çêkir, li cihên din jî çêkir. Em xwedî hêz û kapasîteyê ne ku vê li Çêrmûgê jî bikin. Destûrê bidin me vê zivistanê, bila em amadekariya xwe di vê zivistanê de bikin, bêguman piştî vê zivistanê DÎSKÎ dê di biharê de bê guman bikeve wir. Sala pêş de dê her kes li Çemê Sînagê bi dilê xwe pîknîkê bike."
Bangawaziya Hevşaredar Bucak ji bo beşdariya di pêvajoyên diyarkirina tarîfe û rayîçê de ji bo odeyên esnafan
Hevşaredar Bucak diyar kir ku divê Koma esnafan ên mîna mînîbûsçiyan, otobûsçiyên gel, taksîvan û nanpêjan rasterast tevlî pêvajoyên diyarkirina tarîfe û rayîçê yên DESOB û odeyên peywendîdar bibin.
Civîn bi biryara lidarxistina civînên berfirehtir ku tê de daxwazên odeyên esnaf di bin sernavên jêrîn de bên nirxandin, bi dawî bû.
