Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran li Karazê guh da daxwazên jinan

Hevserokên jin ên şaredariyan ên ji Partiya DEMê ya Amedê, bi armanca guhdarîkirina pirsgirêk û daxwazên jinan li navçeya Karazê hatin bal hev. Di bernameyê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Şaredariya Karazê Roza Altindag, Hevseroka Şaredariya Pîranê Aysel Baran, Hevseroka Şaredariya Bismilê Mizgin Ekin, Hevseroka Şaredariya Pasûrê Fatma Ay, Hevseroka Şaredariya Hênê Besile Narin, Hevseroka Şaredariya Farqînê Sevim Biçici, Hevseroka Şaredariya Peyasê Berivan Gulşen Sincar, Hevseroka Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, Hevseroka Şaredariya Erxeniyê Birsen Azak, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Hevseroka Şaredariya Lîceyê Dilek Diyar amade bûn.

Hevdîtina jinan hat lidarxistin

Di çarçoveya bernameyê de hevserokan ewilî li ser Kolana Hatipçaglarê esnaf ziyaret kirin û guh dan daxwaz û pêşniyarên welatiyan. Hevserok piştî ziyareta esnafan derbasî Taxa Tepecikê bûn û li wir bi jinan re hatin bal hev. Di hevdîtinê de Hevserokan li ser rewşa bajêr, pirsgirêkên navçeyê û daxwazên jinan guftugo kirin.

Hevseroka Şaredariya Karazê Roza Altindag di destpêka çalakiyê de axivî û bal kişand ser sîstema baviksalar a bi hezaran salan ku jinan dixe bin dehsif û tahûmê û diyar kir ku divê li dijî vê yekê bi hev re têkoşîn were kirin. Altındağ destnîşan kir ku bêyî jinan civakîbûn pêkan nabe û bal kişand ser encamên wêrankariyê yên ku qeyûman li bajêr hiştine; her weha da zanîn ku xizmetkirina ji bo jinan û civakê wezîfeya wan a sereke ye.

'Em dixwazin guh bidin hemû daxwazên we'

Hevserok Serra Bucak jî diyar kir ku ew ji bo guhdarîkirina pirsgirêkên jinan û xurtkirina piştgiriyê hatine bal hev û weha axivî: "Wekî jin em çi dijîn, rûbirûyî çi cûre pirsgirêkan dibin, em dixwazin li ser van biaxivin. Gilî, pêşniyar, hewcedarî çi hebe, wekî hevserokên jin em dixwazin bi hev re guh bidin we. Ji ber ku hûn hatin, em pir kêfxweş bûn. Ji bo plankirina vê civînê, keda kê hebe em spasiya wan dikin."

Li ser mekanîzmayên serlêdanê yên li dijî tundûtûjiyê hat axaftin

Hevseroka Şaredariya Farqînê Sevim Biçici jî bal kişand ser zêdebûna cînayetên jinan û mirinên biguman ên jinan. Biçici anî ziman ku jin carinan di gihîştina mafên xwe û rêyên serlêdanê de rûbirûyî astengiyan dibin, ji ber vê yekê bi tundûtujiyê re rû bi rû dimînin; her weha destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk bêtir werin axaftin.

Jinan daxwazên xwe parve kirin

Jinan jî ji ber ziyaretê spasiya Hevserokan kirin û daxwazên xwe yên derbarê navçeyê, pirsgirêkên ku dikişînin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin. Jinan her weha daxwaz kir ku şaredarî bêtir bi wan re eleqedar bibin û her car bêtir bi gel re werin bal hev.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan