Îtfaiyê zarokê lingê wî ketî xefkê xilas kir
Ekîbên Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, Mîranê 2 salî ku lingê wî di xefka boriya avê ya sîteyê de dema dilîst asê bûbû, bêyî zirarê bidin zarok jê deranî.
Ekîbên Serokatiya Beşa Îtfaiyê, li ser giliyê bo 112 Navenda Gaziyên Lezgîn ku di sîteyeke li Taxa Peyasê ya bi ser navçeya Peyasê lingê zarokekê di boriya avê de asê bûye, kete nav bizavê.
Ekîbên gihîştine sîteyê, li devera lingê Mîranê biçûk ketiye xefkê tevdîr girtin.
Ekîban, xebata rizgarkirinê bi baldarî meşand ku zarok tu zirarê nebîne, kevirên parke yên dora boriğe şikandin û zarok jê derxist.
Di dema rizgarkirinê de dayika zarokî, ji bo zarokê xwe haş bike bi telefona destan video lê dan temaşekirin.
Malbatê, ji ber di hawara wan de hatine û zarokê wan xilas kiriye spasiya ekîbên îtfaiyê kir.
