Ji bo fetha Diyarbekirê bername tê amadekirin
Walî Karaloglu:
“Bi mebesta ku em hişmendiya fetha Diyarbekirê li dilê xelkê bajêr biçînin em ê di navbera 23-28’ê Gulanê de hin bernameyan li dar bixin.
Şaredariya Bajarê Mezin, Fetha Diyarebkirê û roja hişyarbûnê ya Eshabê Kehf dê bi hin bernameyan pêşwazî bike.
Bernameya pîrozkirina roja Fetha Diyarbekirê dê 23’ê gulanê dest pê bike û 28’ê gulanê bi dawî bibe, her weha di bernameyê de dê hin panel, gotûbêj, sohbet û dîwan hebin.
Şaredariya Bajarê Mezin, li hawira şikefta Eshabê Kehf xebatên peyzajê, restorekirinê û rê û rêbaran dane destpêkirin, pîrozkirina vê bernameya şikeftê dê di 28’ê gulanê de bê lidarxistin.
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu aşkere kir ku ji bo diyarkirina bernameya fetha Diyarbekirê wan bi saziyên civaka sivîl a bajêr re şêwr gerandiye.
Karalogu diyar kir ku îsal bîranîna fethê ya 1382’ê tê lidarxistin û wan di civîna têkildarî mijarê de gelek nêrînên xweşik hildane û weha axivî: “Ji bo em hişmendiya fetha Diyarbekirê li dilê xelkê bajêr biçînin me gelek nîqaş kirin. Fikrên xweşik ji van nîqaşan derketin. Înşelleh di navbera 23-28’ê gulanê de em ê pîrozbahiyên hefteya fethê li dar bixin.”
“Dê gotûbêj û panelên giring der barê fetha Diyarbekirê de hebin”
Karaloglu da zanîn ku bername 23’ê gulanê bi online dest pê dikin û dê heta 28’ê gulanê berdewam bikin û Walî weha got:
“Ew ê li ser hesabên me yên medyaya civakî bernameyên giring der barê fetha Diyarbekirê de hebin. Ji panelan bigire heta sohbet û gotûbêjan. Em difikirin 27’ê Gulanê bernameyekê li Mizgefta Mezin di çarçoveya tevdîrên pandemiyê de pêk bînin. Bila welatiyên me di navbera 23 û 28’ê gulanê de hesabên me bişopînin. Ev 1382 sal e bangê Mihemedî li ser vî bajarî tê xwendin, ev erdekê pîroz ê îslamê ye, Xwedê ji me re bike nesîb ku em bikaribin vî erdî wek erda îslamê biparêzin.”
“Bi tundiya li herêmê operasyonê li baweriya xelkê vê derê dikin”
Karaloglu, bi bîr xist ku her sal 28’ê Gulanê şêniyên Licê li ber şikefta Ehsabê Kehf roja hişyarbûnê pêşwazî dikin lê ligel vê gelek xelkê Diyarbekirê hay ji vê bîreweriyê nîn e heta hayê wan li vê şikeftê jî nîn e.
Karaloglu bal kişand ku bi tundûtûjiya li herêmê êrişî li baweriyên xelkê vira tê kirin û got ku ji ber aloziyên li herêmê xelkê vira ev bîrewerî û baweriyên xwe nikaribû pêk bîne. Walî Karaloglu weha got: “Em ê îsal xebatên çaksazî û restorekirinê li hawirdorên şikefta Eshabê Kehf dan destpêkirin, înşelleh em ê îsal 28’ê Gulanê bi bernameyekê wê rojê yad bikin. Înşelleh bi bernameya bibîranîna hişyarbûna Heftyarên Şikeftê xelkê me jî ji xewa xifletê hişyar bibe. Em ji bo vê ji Xwedayê xwe re dua dikin.”
