Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo xwendekaran piştgiriya kursên havînê yên belaş

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi armanca ku xwendekar bêhnvedana havînê bi feyde derbas bikin û piştgirî bide pêvajoya amadekariya azmûnan, kursên havînê yên belaş li dar dixe. Kursên ku di bin koordînasyona Midûriyeta Şaxa Perwerdehiya Ciwanan de tên meşandin, li Navenda Etûdê ya Akademî Sûr, Akademî Huzurevlerî û Akademî Çêrmûgê bi rê ve diçin.

Akademiyên ku di dirêjahiya sala perwerde û hîndekariyê de piştgiriya akademîk a belaş dabîn dikin, di heyama havînê de jî bernameyên xwe yên perwerdehiyê yên ji bo astên cuda yên xwendekaran didomînin.

Piştgiriya ji bo xwendekarên YKS û LGS’ê

Di çarçoveya bernameyê de; li Akademî Sûrê ji bo xwendekarên ku xwe ji bo Azmûna Saziyên Bilind (YKS) amade dikin perwerde tên dayîn, li Akademî Huzurevlerî û Akademî Çêrmûgê jî ji bo xwendekarên pola 8’an ên di çarçoveya Sîstema Derbaskirina Lîseyan (LGS) de ders tên dayîn.

Li bernameyên ku ji aliyê mamosteyên pispor ên qada xwe ve tên meşandin, li gel vegotina mijaran, çalakiyên çareserkirina pirsan, azmûnên ceribandinê û xebatên şêwirmendiyê tên kirin. Bi van xebatan tê armanckirin ku xwendekar ji pêvajoya azmûnê re bi rengekî bêtir plankirî û berhemdar amade bibin.

Kurs wê heta 31’ê tîrmehê berdewam bikin

Kursên havînê yên belaş ên ku di 6’ê Tîrmehê de dest pê kirin, dê heta 31’ê Tîrmehê berdewam bikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî feraseta wekheviya derfetan, dê piştgiriya xwe ya ji bo rêwîtiya perwerdehiyê ya xwendekaran bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan