Ji bo xwendekarên Akademî Lîseyê bernameya moralê
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên Akademî Lîseyê ku beşdarî ezmûna zanîngehê bûne bernameyeke moralê li dar xist.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan a Sporê, bi mebesta piştgiriya bi perwerdeyê re xebatên xwe yên li Akademî Lîseyê berdewam e.
Ji bo xwendekarên Akademî Lîseyê ku beşdarî ezmûna zanîngehê ya îsal bûne, li Diyarê Lezet a li Pira Dehderî ya Şaredariya Bajarê Mezin bernameyeke moralê hate lidarxistin.
Xwendekaran, li ber muzîkê kêf kir û stresa xwe şikandin.
Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Mehmet Kesen, der barê xebatên Akademî Lîseyê de bi xwendekaran re şêwirî.
Di bernameyê de Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Mehmet Kesen, Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovan û Perwerdeyê Alî Yucel, mamosteyên Akademî Lîseyê û xwendekar amade bûn.
