Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo zarokan fêrgeha zanînê tê çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok di perwedeya xwe û di jiyana xwe de bi ser bikevin hejmara “Mala Zanînê” zêde dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê, li bajêr, ji bo keçikên zarok û ciwan ên ji ber desttengiya aborî nikarin xwendina xwe bikin xebatên perwerdeya bêpere didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Baglarê di nav Koşuyoluparkê de “Mala Zanînê ya Alî Emîrî” ava dike. Nêzî hezar û 500 xwendekar dê ji vê saziyê sûdê werbigirin.

Mala Zanînê ya nû tê çaverêkirin ji aliye Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve meha tebaxê amade bibe, tê de dê 6 dersgeh, sinifên pevgihanê, aqil û jîrahiyê û kodkirina robitîk û salona konferansan hebin.

Zarok, di Mala Zanînê bi awayekî bêpere dê dersên Zanista Fenê, Matematîkê, Tirkî, Zanista Civakî û Îngilîzî bibînin.

Di vê saziyê de perwerdekarên di warê xwe de pispor dê wezîfeyê hildin, ji bilî dersan zarok dê xebatên çandî, civakî û werzîşî bi serperiştiya rêveberiya fêrgehê pêk bînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan