Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Ji Hevşaredar Bucak venêrîna asfaltê û serdana esnafan

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xebatên binesazî û asfaltkirinê yên li Rezanê (Baxlar) li cihê wan teftêş kirin û piştî lêkolînên qadê bi esnaf û welatiyan re hat ba hev, daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin. Welatiyên li Kolana Gurselê kêfxweşiya xwe ya ji bo destpêkirina xebata nûkirinê ku bi salan bû li bendê bûn, anîn ziman.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zêdekirina rehetiya veguhastinê û nûkirina tora binesaziyê ya li seranserê bajar, xebatên çêkirin, lênêrîn û asfaltkirina rêyan ku dane destpêkirin bê rawestan berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Hevşaredar Serra Bucak, xebatên raxistina asfaltê û sererastkirina rê ku li Kolana Gurselê—ku ji bo trafîka wesayît û peyayan yek ji xalên herî qelebalix ên navçeya Rezanê ye—têne birêvebirin li cihê wan saxtî kir.

Hevşaredar Bucak ji tîmên teknîkî derbarê rewşa heyî ya kolanê, rêjeya asfaltê ku hatî rêtin û teqala temamkirinê ya hatiye armanckirin de agahiyên berfireh girtin û li seranserê guzergehê lêkolîn kirin.

Hevşaredar Bucak di dema kontrolên qadê de hûrgiliyên teknîkî yên projeyê nirxandin û bal kişand ser wê yekê ku anîna veguhastina bajarî ser astên ewle, estetîk û modern di nav armancên pêşeng ên şaredariyê de ye.

Daxwazên esnaf û welatiyan hatin guhdarîkirin

Hevşaredar Bucak piştî lêkolînên teknîkî yên li Kolana Gurselê, dikanên li ser rê yek bi yek ziyaret kirin û bi esnaf û welatiyan re hat ba hev. Hevşaredar Bucak ji bo têgihîştin û aramiya ku li hember deng û astengiyên trafîkê yên demkî di dema asfaltkirinê de nîşan dan ji welatiyan re spasî kir û daxwaz û pêşniyarên wan jî tomar kirin.

Esnaf û welatiyan diyar kirin ku ji ber ku kolan demeke dirêj xirabûyî bû bi taybetî di veguhastin û bazarganiya rojane de rastî zehmetiyên mezin dihatin, û kêfxweşiya xwe ya ji bo destpêkirina xebata nûkirinê ku bi salan bû li bendê bûn anîn ziman. Welatiyan bal kişandin ser wê yekê ku anîna rê ser dîmenekî modern wê liv û tevgera bazarganiyê ya li herêmê geş bike û rehetiya veguhastinê zêde bike, û kêfxweşiya xwe ya ji bo xebata ku tê birêvebirin anîn ziman.

Di van serdanan de Hevserokê Şaredariya Rezanê Siraç Çelik, Alîkarê Sekreterê Giştî yê ŞBMDê Aziz Ozdogan, endamên meclisê û serokên daîreyan yên têkildar li gel Hevşaredar Bucakê bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan